Sunîtî, sunî, sinet an jî Ehlê Sune (bi erebî: أهل السنة والجماعة) tê wateya "tevgera wekî Muhemmed" an jî "di kevneşopa Muhemmed de". Piştî wefata pêxember Muhemmed, ola îslamê dikeve nav siyasetê. Li ser textê xelîfetiyê pevçûn derdikevin. Herwekî di tevgera rojane, ibadet û tixûbên feylesofiya îslamê de nakokî destpêdikin. Çendîn şax û dibistanên ku gorî xwe ola îslamê şîrove dikin derdikevin. Hêdî hêdî ev dibistan xwe birêxistin dikin û di navbera hev de şerên têr bi xwîn lidardixin.

Sunîtî (rengê kesk); şiîtî (rengê heşîn) li cîhanê.

Gorî suniyan di ola îslamê de çar dibistan yan mezhebên rast hene: yê Henîfî (an jî Henefî), yê Şafiî, yê Malikî û yê Henbelî. Sunî, mezhebê şia yê ku Ceferê Sadiq bingeha wê daniye, napejirînin.

Di dîroka Kurdistanê de bi navê "Şêrê 100 salî" hatina artêşên ereb-îslaman tê binavkirin. Kurdan berê bi pirranî ola zerdeştî dihebûne. Hatina îslamê bi xwîn, komkujî û azaran bûye. Di nava kurdan û ereb-îslaman de 100 salî şer domiye. Kurd bi pirranî mezhebê Şafiî dihebînin. Herwekî yên Henîfî û şia jî hene. Hinek kurdan wê gavê bi nîvanîv îslam pejirandine û bi navê elewî formeke îslamê pêk hatiye.

Wikiwand in your browser!

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.

Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.