![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/7/77/Taufiq_Wahby.jpg/640px-Taufiq_Wahby.jpg&w=640&q=50)
Tewfîq Wehbî
Siyasetmedarê kurd / From Wikipedia, the free encyclopedia
Tewfîq Wehbî ( jdb. 1891 m. 1984) nivîskar, zimannas û siyasetmedarekî navdar ê kurd bû. Ew yekem car di artêşa osmanî de wek serheng xizmet kir, lê piştî avakirina Iraqê ji aliyê Brîtanyayê ve di sala 1920 de, ew bû efserekî bibandor di artêşa nû ya Iraqê de. Her wiha 8 dewran di hikûmeta Iraqê de wezîrtî kir. Ew di sêwirandina alfabeyeke nû ya kurdî de li ser bingeha tîpên erebî yên guhertî bû alîkar. Tewfîq Wehbî jî li ser Êzdiyan û ola wan lêkolînan dikir.