![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/5/56/Gustave_Dor%25C3%25A9_-_The_Holy_Bible_-_Plate_I%252C_The_Deluge.jpg/640px-Gustave_Dor%25C3%25A9_-_The_Holy_Bible_-_Plate_I%252C_The_Deluge.jpg&w=640&q=50)
Tofan (mîtolojî)
mîtolojiya tofaneke ku şaristanî rûxandiye / From Wikipedia, the free encyclopedia
Tofan, tofana mezin yan jî bi forma ku herî zêde hatiye binavkirin tofana Nûh mîtolojiya tofanekê ye ku li gorî pirtûkên pîroz û li gorî efsaneyên cihêreng lehî û tofaneke mezin e ku li Mezopotamyayê yan jî li herêmeke berfireha li herêmê pêk hatiye. Mîtolojiya tofana Nûh bi gelemperî wekî kiryareke tolhildana Xwedayek hatiye binavkirin. Li gorî mîtolojiyan tofan ji aliyê xwedayek ve hatiye şandin ku ji ber xerabiya li ser rûyê erdê ku ji aliyê mirovan derketiye holê şaristaniyê hilweşîne. Her çend hurgiliyên tofanê di çandên cihêreng de cuda bin jî forma herî naskirî wekî tofana Nûh hatiye binavkirin.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/5/56/Gustave_Dor%C3%A9_-_The_Holy_Bible_-_Plate_I%2C_The_Deluge.jpg/640px-Gustave_Dor%C3%A9_-_The_Holy_Bible_-_Plate_I%2C_The_Deluge.jpg)
Tofan di gelek çandan de derbas dibe ku di nav wan de Manvantara hinduîzmê, Dekalyon û Pîra ya mîtolojiya yewnanî, vegotina tofan a Destpêkirin a îbranî, çîrokên tofanên Mezopotamyayê û çîroka tofana Şayenê hene.
Li gel mîtolojiyan tofan wekê tofana Nûh di gelek baweriyên îbrahîmî yên wekî cihûtî, xirîstiyanî û îslamî de jî hatiye vegotin ku ji aliyê baweriyên îbrahîmî ve tofan wekê karesateke mezin hatiye pênaskirin. Li gorî baweriyên îbrahîmî ji xeynî kesên ku baweriya xwe bi Nûh anîne hemî mirovên herêmê ji aliyê Xwedê ve hatine cezakirin û hatine tinekirin. Tê texmînkirin tofan zêdetirî 4 hezar sal berê niha li Mezopotamyayê ku di mîtolojiyan de hatiye destnîşankirin qewimiye.
Li gorî efsaneyan dema ku Nûh bawerî bi Xweda tîne qewmê wî di rêya rast de ne bûne. Gelên herêmê bi rêya çewt ve diçin, nîzama rûyê erdê xera dikin û li hember gotinên Nûh derdikevin. Piştî têkoşîneke demdirêj Nûh hêviya xwe winda dike Xwedê biryar dîde ku wan kesên li hemberê hişyariyên Nûh derketine bide ceza kirin. Di peyama xwedayî ya ku ji Nûh re tê de ji Nûh re dibêje ku ji xwe re û ji kesên ku baweriya bi wî anîne keştiyeke çêbike. Dema ku Nûh dest bi çêkirina keştiya xwe dike, qewmên wî henekên xwe bi wî dikirin û ji felaketa ku di pêşerojê de were serê wan bawer ne dikirin. Paşê çêkirina Keştiya Nuh qediya. Nûh li gorî peyama xwedayî ji hemî mexlûqên li ser rûyê erdê cotek nêr û mê û kesên ku baweriya xwe bi wî anîne barê keştiya xwe dike. Kurekî wî baweriya xwe bi Nûh naîne li keştiyê siwar nabe. Li li hemberê hemî banga Nûh disekine ji bavê xwe re dibêje “Heger lehî çêbibe ezê derdikevin çiyayekî bilind xwe ji lehiyê xelas bikim”. Piştî ku hemî kesên ku baweriya xwe bi wî anîne û hemî ajalên ku ji Nûh hatiye xwestin ku bi xwe re bibe siwarê keştiye dibin baranek giran despê dike. Barana giran çil roj û çil şev berdewam dike û lehiyeke nedîtî radibe ku çiyayan û bi deryayan re yek dike. Mirovên ku siwarê keştiyê nabin ji ber xezeba Xwedê hatine tinekirin û kesên ku baweriya xwe bi Nûh tînin û siwarê keştiyê dibin xelas dibin.
Li ser tofanê, ku ji dema sumeriyan de ye, bineterek jî bi nivîskî bi rengê nivîsên bizmarî hatiye dîtin. Di nivîsarê de jî behsa bûyîna tofanê dike. Lê tê bawerkirin ku ji wê bineterê jî, pirraniya agahiyên ku di pirtûkên pîroz de ye hatiye hildan.