Xezeba Firatê 2016-2017
From Wikipedia, the free encyclopedia
Operasyona Xezeba Firatê, Xezeba Firatê an jî Operasyona Reqayê, destpêka operasyoneke ji 6ê çiriya paşîn a 2016an de heta 17ê çiriya pêşîn a 2017an bi hemleya yekem li dijî dagirkeriya Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (Daîş) ya li bajarê Reqaya Rojavayê Kurdistanê ye, ku bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (gelek ji van Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin) û Yekîneyên Koalîsyonê ve meşiya.
Operasyona Xezeba Firatê | ||||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Perçeyekî Şerê Navxweyî yê Sûriyê Pevçûnên Tirkiye-Rojava Operasyonên li dijî DAÎŞê Serhildana Rojavayê Kurdistanê | ||||||||||
| ||||||||||
Aliyên şer | ||||||||||
Hêzên Sûriya Demokratîk | Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê | |||||||||
Fermandar | ||||||||||
Rojda Felat[4] (Fermandarê YPJ)[5] Diljên Kobanî (Fermandarê YPJ) Cîhan Şêx Ehmed Mîralayî Telal Silo Kîno Gabrîyêl[6] (Fermandarê MFS) [7] (Al-Sanadid Forces military chief commander) Feyad El-Xanim[8] (Têyrêbazê Tûgaya Fermandarê Reqayê) Ebû Salîh el-Hindawî[9] (Têyrêbazê Tûgaya Fermandarê Reqayê) |
Abd al-Basit al-Iraqi †[10] (Fermandarê DAÎŞê ya Rojhilata Navîn) Ebû Zûr el-Tunîsî[11] (Fermandarê DAÎŞê ya Bilind) Bilal al-Shawwash[11] (Fermandarê DAÎŞê ya Bilind) Ebûbekir el-Bexdadî(Rêberê DAÎŞê) | |||||||||
Hêz | ||||||||||
30.000 | Hejmareke nenasên şervanên garnîzona bajarê Reqayê | |||||||||
Windayî | ||||||||||
5 YPG şehîd ketin · 4 YPG brîndar bû · 1 leşkerê Amerîkayê mir[12] | 185 endamên DAÎŞê kuştin[13] · 34 gorên endamên DAÎŞê dîl girtin · 4 endamên DAÎŞê dîl girtin · 12 tirombêlên bombebarkirî hatin ruxandin · 14 tirombêlên leşkerî, 8 doçka, 4 topavêj, 3 kemyon, 6 hawan, 8 motorsîklêt hatin ruxandin · 240 mayîn hatin bê bandorkirin[14] | |||||||||
62 sivîl hatin kuştin[15] |
Ji bo destpêka Xezeba Firatê 30.000 şervanên QSDê tevlî vê şerê bûn. Duyemîn Hemleya Xezeba Firatê ya ber bi Reqayê di 10ê kanûna pêşîn a 2016an de bi qonaxa duyem dest pê kir. Ji bo piştgiriya hemleya duyem DYAyê 300 leşkerên din lê zêdeyê Xezeba Firatê kirin. Di heman katî de Tûgayek ji Opozisyona Sûrîya Azad da daxûyandin, ku ev jî tevlî vê şerê dibin.