Xingal
From Wikipedia, the free encyclopedia
Xingal navê xwarineke ji pelhevîrê (şikevayê) tê çêkirin e. Navê xwe ji lêkera kurdî xingalkirin, xingalîbûnê digire.
Xwarineke xwerû kurdî ye lê di qada navneteweyî de wekî kilora kurdî, lehmecûna erebî, peqleweya grekî, gîros (döner) a yewnanî ûêd li ser navê pêjgeha tirk tê hejmartin. Lewra zû de dewleteke kurdan nîne, xwarin, çand, zargotina kurdî wekî dewlemendiya tirkî tê hesibandin.
Ermenî jî dibêjin xingal. Gurcî dibêjin ხინკალი. Li hin deverên Kurdistanê navên wekî xinkal, xînkal an jî xingel tê bikaranîn.