![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/f/f3/Uprising_in_Tehran%252C_Keshavarz_Boulvard_September_2022_%25283%2529.jpg/640px-Uprising_in_Tehran%252C_Keshavarz_Boulvard_September_2022_%25283%2529.jpg&w=640&q=50)
Xwepêşandanên li dijî kuştina Jîna Emînî 2022
xwepêşandaneke girseyî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Xwepêşandanê li dijî kuştina Jîna Emînî, rêzeke ji xwepêşandan û bertekên sivîl ên berdewam ên li Îranê ye ku di 16ê îlona 2022an de, piştî mirina Jîna Emînî ya ji aliyê polêsên exlaqê ya Îranê ve hatiye îşkencekirin, dest pê kiriye. Jîna Emînî bi hinceta ku xwepêçana wê sererast nîne, ji aliyê "polîsên exlaqê" Îslamî ya Îranê ve hatiye desteserkirin û piştî desteser kirin wê li gorî kesên ku bi Jîna re li navenda polêsan bûne Jîna Emînî jiber derbên lêdanê ku li serê wê dikeve piştî demekê serê wê lê digere. Piştî alîkarî xwestin a Jîna ji peywirdarê navenda polêsên exlaqê, di cih de dikeve. Piştî ku Jîna Emînî dikeve erdê, di 13ê îlona 2022an de wê sewqê Nexweşxaneya Kasra ya li Tehranê û di 19ê îlona 2022an de li Nexweşxaneya Kasrayê jiyana xwe ji dest dide.
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/f/f3/Uprising_in_Tehran%2C_Keshavarz_Boulvard_September_2022_%283%29.jpg/640px-Uprising_in_Tehran%2C_Keshavarz_Boulvard_September_2022_%283%29.jpg)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/1/18/Uprising_in_Tehran%2C_Keshavarz_Boulvard_September_2022_%282%2C_cropped_for_ITN%29.jpg/640px-Uprising_in_Tehran%2C_Keshavarz_Boulvard_September_2022_%282%2C_cropped_for_ITN%29.jpg)
![Thumb image](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/5/5a/Solidarity_with_Iranian_Protests_%2852383249999%29.jpg/640px-Solidarity_with_Iranian_Protests_%2852383249999%29.jpg)
Piştê mirina Jîna Emînî xwepêşandan li bajarên Seqiz, Sine, Dîwandere, Banê, Hemedan, Kirmaşan, Îlam, Ûrmiyê û Bîcar ên Rojhilata Kurdistanê dest pê kirin û piştre li deverên din ên Îranê belav bûn. Xwepêşandan piştî rojekê bi lez belav bûn û bajarên wekî Tehran, Meşhed, Sebzewar, Amol, Babol, Îsfehan, Kerman, Şîraz, Tewrêz, Reşt, Sarî, Kerec, Çalûs, Nûşehr, Tonekabon, Arak, Kiş, Girava û gelek bajarên din tevlî van çalakiyan dibin.[1][2]
Ji 22ê îlona 2022an ve bi kêmî ve 31 xwepêşander hatine kuştin ku ji xwenîşandanên salên 2019-2020an ku zêdetirî 1500 kes hatibûn kuştin, xwepêşandana herî zêde yê ku xwepêşanderan tê de jiyana xwe jidest daye.[3]
Li hember xwepêşandanan, hikûmeta Îranê ne tenê xwepêşanan tepeser dike, rê li ber gihandina platformên mîna Instagram û WhatsAppê girt û gihandina înternetê bisînor kir ku şiyana xwepêşanderan ji bo birêxistinkirinê kêm bike. Dibe ku ev qedexeyên herî tund ên Înternetê li Îranê ye ku ji sala 2019an vir ve, dema ku ew bi tevahî hatibû girtin.[4]