Zilfiqar
From Wikipedia, the free encyclopedia
Zilfiqar, zulfîqar cureyeke ji şûran e. Bi erebî ذو الفقار / Ḏū ʾl-faqār e. Dibêjin şûrê Hêja Muhemmed Pêxember bûye û di şerê Bedrê de wekî xenîmet bidestxistiye.
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (gulan 2024) |
Piştî mirina pêxember Hêja Muhemmed ev şûr ji Hêja Elî re maye. Niha wekî sîmboleke pîroz jî tê bikaranîn. Bi taybetî Hêja Elî ev şûr navdar kiriye.
Di hatine artêşên ereb-îslamê bo Kurdistanê de zilfiqar hatiye bikaranîn. Seranser Kurdistanê li dijî ereban şerên dijwar û xwînî rûdane ku nêzîkî 100 salan şer berdewamkiriye, heya ku kurdan dest ji ola zerdeştîtîyê kişandine.