Zimanê romanî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Romanî (bi romanî: rromani ćhib), zimanê xelkê romanî (cengene, mitrib, qereç[2][3]) e.
Zimanê romanî ji malbata zimanên îndogermanî ji şaxa sanskrît e. Nêzîkî zimanên hindî û ûrdû ye. Lê ji ber ku romanî piştî ku ji welatê xwe Hindistanê koçber bûne êdî ne xwedî welatek in, zimanê wan di bin zimanên ku welatên ew lê dijîn de gelek heliyaye, qels ketiye.
Romanî pirranî bi zimanên xwe yî zikmakî naaxivin. Li seranserî cîhanê belavbûne û bi zimanên cihên ku lê dijîn pirranî diaxivin. Li Tirkiyê herêmên Trakya, Stembol, Enqere, Edene, Bursa, Kayseri hwd gelek cihan gorî texmînan zêdetirî 3.500.000 romanî dijîn. Dîsa çiqas ji wan bi zimanên xwe yî zikmakî diaxivin nediyar e. Li Tirkiyê wekî tê zanîn, ji xeynî tirk û zimanê tirkî zanîngeh nikarin û naxwazin li ser gelên din lêkolînan bikin. Li Kurdistanê pirranî koçber dijîn û li zozanan û gundan digerin bazirganiyê dikin.