Zimanê spanî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Spanî (bi spanî: español) an jî kastîlî (bi spanî: castellano) zimanekî malbata zimanê nûlatînî ye û li Kastîlya ya ku dikeve navenda nîvgirava Îberî, peyda bûye. Niha bi 483 milyon axiverên ve yekî girîngtirîn zimanên cîhanî bûye. Axiverê zimanê spanî herî zêde li Spanya û Amerîkayê ye. Zimanê spanî piştê zimanê çîniya mandarîn zimanê duyem e ku herî zêde axiverên xwecîhiya wî heye. Piştî inglîzî, çîniya mandarîn û zimanê hîndî çaremîn zimanê ku li cihanê herî zêde tê axaftin.[2]
Spanî | ||
---|---|---|
castellano, español | ||
Welatên lê tê axaftin | Spanya, Venezuela, Arjentîn, Meksîk | |
Herêm | Spanya, Amerîkayê Latînî, Gîneya Ekvatoral | |
Axiverên zimanê zikmakî | 483 mîlyon axiverên zikmakî[1] | |
Malbata zimanî |
| |
Şiklê kevn | ||
Kodên zimanî | ||
ISO 639-1 | es | |
ISO 639-2 | spa | |
ISO 639-3 | spa | |
belavbuna aviverên Spanî li ser nexşeya cîhan, |
Spanî zimanekî di nav beşa galî, îberî û romanî de ye. Zimanê spanî piştê hilweşandina Împeratoriya Romê ya Rojava di 5em sedsalê de, ji zaravayên latîniya gelêrî (vulgar latin) li herêma Romê ya Hispaniayê werar bûye. Şopa spanî bi nivîsên latînî ya herî kevin di sedsala 9an de li bakurê Hispaniayê hatiye dîtin û li bajarê Toledo yekem nivîsên sîstematîk bi vî zimanê hatiye bikaranîn. Toledo di sedsalê 13an de bajarekî giring li Keyaniya Kastîlya bû. Sersala 1492, zimanê spanî ji aliye wekîlên împeratoriya Spanya bi taybetî li Amerîkayê û cihên din li Afrîkayê, Okyanûsya û Filîpînê belav bû.