From Wikipedia, the free encyclopedia
Lîtvanî (lietuvių kalba) zimanê fermî yê Lîtvanya û Yekîtiya Ewropayê ye. Li Lîtvanyayê nêzîkî 2,8 milyon[2] kesên ku zimanê wan ê zikmakî lîtvanî ye dijîn û nêzîkî 170.000 kes jî li derveyî welêt dijîn. Lîtvanî zimanekî baltikî ye ku gelekî nêzîkî letonî ye.[3] Ew bi alfabeya latînî tê nivîsandin.
Lîtvanî | ||
---|---|---|
lietuvių kalba | ||
Welatên lê tê axaftin | Lîtvanya, Letonya, Belarûs, Polonya | |
Axiverên zimanê zikmakî | 3 milyon[1] (2012) | |
Malbata zimanî | Hind û Ewropî
| |
Awayên kevn | ||
Kodên zimanî | ||
ISO 639-1 | lt | |
ISO 639-2 | lit | |
ISO 639-3 | olt (lîtvaniya kevn) | |
Belavbûna zimanê lîtvanî |
Zimanê lîtvanî bi rêjeyeke bilind şêweyê xwe yê ku ji zimanmalbata Hînd û Ewropî tê diparêze.[4] Ji bo vê yekê lîtvanî bo lêkolînerên ku li ser zimanên Hînd û Ewropî lêkolînan dikin gelekî girîng e. Nivîsarên herî kevnare yên bi lîtvanî Wirda Yezdan û Silava Feriştehê (bi inglîzî: hail mary) ne ku di navbera salên 1503-1525an de hatine nivîsandin. Lîtvaniya wêjeyî ji hin aliyan ve ji lîtvanî diveqete. Mînak; qertafên ku diênine dawiya peyvan dirêjtirin. Ev şêwe heta sala 1650yî didome. Di sala 1864an de zimanê lîtvanî ji aliyê Mikhail Muravyov, fermandarê Lîtvanyayê yê hikûmeta Rûsyayê, ve hat qedexekirin. Lê dîsa jî çapbûna pirtûkên lîtvanî li DYAyê û Prûsyaya Rojhilatî berdewam kir. Di salên 1800î de sê zaravayên serekên yên lîtvanî hebûn; li derdora deryaya Baltik Zaravayê Jêrîn ê Lîtvanî, di zimanê helbestê de Zaravayê Rojhilatî yê Lîtvanî û li tixûbê Prûsyaya Rojhilatî Zaravayê Rojavayî yê Lîtvanî dihatin axaftin. Zimanê niha yê wêjeyî ji aliyê Jonas Jablonskis (1860-1930) ve bi 32 tîpan hatiye standartkirin ku ev ji zaravayê rojavayî yê lîtvanî pêk tê. Lîtvanî yek ji du zimanên baltikî ye ku li ser dinê tê axaftin.[3] Yê din jî letonî ye. Prûsiya kevn, zimanekî baltikî yê ku di demên nêz de dihate axaftin; lê di sedsala 19an de hatiye jibîrkirin.
Lîtvanî di serî de li Lîtvanyayê, dû re li welatên mîna DYA, Estonya, Arjentîn, Kanada, Ûrûgûay, Îslenda, Danîmarka, Brezîlya, Fransa, Rûsya, Norwêc, Îrlenda, Awistralya, Brîtanya nêzîkî 4,000,000 kes vî zimanî dipeyivin.
Lîtvanî zarê dewleta Lîtvanyayê û zimanekî fermî yê Yekîtiya Ewropayê ye.
Zarê lîtvanî xwedî du zaravayan e ku ew; Aukštaičių (ango Okstatî:Li jor Lîtvanyayê tê axaftin) û Žemaičių/Žemaitiu (ango Samogetî, li jêr Lîtvanyayê tê axaftin) ye.[5] Cudahiyên mezin di navbera lîtvaniya standart û zaravayê Samogetî de hene. Zaravayê samogetî yê nûjen di bin bandora zimanê Kurenî de (îng:Curonian language), ji sedsala sêzdemîn-şanzdemîn de gihîştiye rewşa niha. Her du zarava xwedî sê devokan e. Samogetî tê dabeşîn mîna rojava, bakur, başûr; okstatî jî mîna rojava (Suvalkiečiai), başûr (Dzūkai) û rojhilat hatiye dabeşîn. Lîtvaniya standart ji okstatiya rojavayî û zaravayekî lîtvanyaya biçûk pêk tê. Bandora zaravayên din di derbara peyvan de xwe dide nîşandan.
A Ą B C Č D E Ę Ė F G H I Į Y J K L M N O P R S Š T U Ų Ū V Z Ž
a ą b c č d e ę ė f g h i į y j k l m n o p r s š t u ų ū v z ž
Zimanê lîtvanî di nava zimanên Hînd û Ewropî de xwedî dewlemendiyên xwerû ye. Mîna kurmancî hebûna nêr û mê di nava xwe de diparêze. Bi piranî peyvên nêr di dawiyê de bi tîpa -s û yên mê jî bi -(i)a an jî -ė xelas dibin. Lê belê lîtvanî jî mîna kurdî ne xwedî ristek standart e. Ji ber ku gelek ciyawazî tên bikaranîn. Peyvên nêtarî di lîtvanî de tune ne, belam hin bêje xwedî herdu zayendan jî ne. Ev peyv bi piranî bêjeyên di derbara mirovan de û yên ku bi tîpa -a xelas dibin in. Mînak ;elgeta kesê parskirinê dike,naktibalda - kesê naraze. Di dema bikaranînê de peyv bi gelek şêweyên cuda tên hemberî mirov. Di lîtvanî de bêjeyên yekjimar an jî pirjimar hene. Lê hin peyv cot in jî di vê dabeşê de. Hin peyvên yekjimar; pienas- şîr ,laimė -şadî ; yên pirjimar ;miltai - ard , kelnės - şal. Peyvên di zimanê lîtvanî de ji wayên li jêr pêk tên:
1.Navdêr (Daiktavardis)
2.Rengdêr (Būdvardis)
3.Lêker (Veiksmažodis)
4.Hejmarkî (Skaitvardis)
5.Cînav (Įvardis)
6.Hoker (Prieveiksmis)
7.Bireser (Dalelytė)
8.Daçek (Prielinksnis)
9.Yekbûn (Jungtukas)
10.Baneşan (Jaustukas)
11.Peyvên dengvedan (Ištiktukas)
Ajotin/Siwarbûn :Joti
Bûyîn : Būti
Cûtin/mijîn : Čiulpti
Kirin : Daryti
Ketin :Griūti
Beşdarbûn/tevlîbûn :Dalyvauti
Tirsîn : Bijoti
Xapandin : Apgauti
Strîn/Strandin :Dainuoti
Tevlîbûn : Dalyvauti
Ketin : Griūti
Ceribandin :Pabandyti
Domandin :Tęsti
xwarin :Valgyti
Vexwarin/Noşîn :Gerti
razan/raketin :Miegoti, Užmigti
darîkirin/temaşe kirin:Sekti, Stebėti, Žiūrėti, Budėti, Tykoti, Laukti
Şûştin :Nusiprausti
Meşîn :Eiti pasivaikščioti(derketine meşê)
Pêjandin/Kelandin :Virti, Kepti
Dîtin :Matyti, Žiūrėti, Stebėti
Guhdarkirin :Klausyti
Sveikas! Sveika! : Silav!
Labas! : Merheba!
Labas rytas! Labą rytą! : Roj baş! Beyanî baş!
Labas vakaras! Labą vakarą! : Êvar baş!
Laba diena! Labą dieną! : Roj baş!
Sveiki atvykę! : Bi xêr hatin!
Kaip kelionė? Kaip sekėsi kelionėje? : Rêwîtiya we çawa derbas bû?
Kaip sekasi? : Tu çawa yî?
Ačiū, gerai. : Spas, baş im.
Prašau, Prašom, Nėra už ką. : Spas xweş!
Puikiai. :Pir baş e.
Viso gero! Viso labo! : Bimîne di xweşiyê de! Bi xatirê te!
Iki ryt(ojaus)! : Heta sibe! (Bi xatirê te)
Labos nakties! Labanakt! : Şev baş!
Perduokite saviškiams linkėjimų. : Silavên min li malbata xwe bike!
Atleisk, Atsiprašau, Dovanok : Bibore!
Prašau, Prašom, Prašyčiau :Ji kerema xwe re!
Studentas | Xwendekar/Qutabî |
medžiotojas | Nêçîrvan |
Sekretorė | Sekreter |
Padavėjas | Garson |
Inžinierius, Mechanikas, Mašinistas | Endazyar |
Aktorius | Niyarvan/Weyno/Aktor/lîstikvan |
Artistė, Aktorė | Niyarvan/Weynê/Aktrîs/lîstikvan |
Daktarė | Bijîşk/Tixtor |
Žurnalistė | Rojnamevan |
Daininikė | Stranbêj |
Mokytojas | Mamoste |
Dailininkė | Wênesaz |
Sportininkas | Werzîşkar |
Lakūnas | Pîlot |
Auklė, Slaugytoja | Hevşîre |
Advokatas, Teisininkas | Parêzer |
Valdininkas, Klerkas | Karmend |
Mokslininkas | Zanyar |
Policininkas | polîs (Mêr) |
Policininkė | polîs (jin) |
Namų šeimininkė, Neseseras | Kebanî/Kevanî |
Kitik/Pisîk : Katė
Mal/Xanî : Namas
Biha/nirx : Kaina
Dara berûyê : Ąžuolas
Qaz : Žąsis
Zilam/Mêr : Vyras
Jin/Pîrek : Moteris
Kur/Law : Berniukas
Keç/Dot : Mergaitė
Lê/Belam : Bet
Şekir : Cukrus
Li vir : Čia
Kevneşopî : Tradicija
Bikarhêner : Naudotojas
Derî : Durys
Du derî : Dvejos Durys
Niha/êsta : Dabar
Ji ber ku/Çimkî : Nes
Qeşa/Cemed : Ledas
Gol : Ežeras
Winda : Pasimetęs
Roj : Saulę , Saulė
Wênekêşî : Fotografija
Xew : Miegas
Bext : Likimas
Piropind : Voras
Penîr : Sūris
Al : Vėliava
Kesk/Hêşîn : Žalias
Germ : Karštas
Sar/Cemidî : Šaltas
Ev : Šitas
Kêzik : Vabzdys
Cejna Zayînê : Kalėdos (bi piranî "sersal") , Noelas
Dara cejna zayînê : Kalėdų eglutė
Gora Cejna zayînê : Kalėdų savaitė
Diyariya Cejna zayînê : Kalėdų dovanos
Sifir : Nulis
Yek : Vienas
Du : Du
Sê : Trys
Çar : Keturi
Pênc : Penki
Şeş : Šeši
Heft : Septyni
Heşt : Aštuoni
Neh : Devyni
Deh : Dešimt
Yanzdeh : Vienuolika
Dozdeh : Dvylika
Sêzdeh : Trylika
Çardeh : Keturiolika
Panzdeh : Penkiolika
Şazdeh : Šešiolika
Hivdeh : Septyniolika
Hijdeh : Aštuoniolika
Nozdeh : Devyniolika
Bîst : Dvidešimt
Bîst û yek : Dvidešimt vienas (dvidešimt vieneri)
Sî/Sih : Trisdešimt
Çil : Keturiasdešimt
Pêncî : Penkiasdešimt
Şêst : Šešiasdešimt
Heftê : Septyniasdešimt
Heştê : Aštuoniasdešimt
Nod : Devyniasdešimt
Sed : šimtas
Du sed : Du šimtai
Hezar : Tūkstantis
Du hezar û şeş : Du Tūkstančiai Šeši.
Deh hezar : Dešimt tūkstančių
sed hezar : Šimtas tūkstančių
milyonek : Milijonas
Pirmadienis | Duşem |
Antradienis | Sêşem |
Trečiadienis | Çarşem |
Ketvirtadienis | Pêncşem |
Penktadienis | în |
Šeštadienis | Sebt/Şemî |
Sekmadienis | Yekşem/Lehd |
Ez : Aš
Tu : Tu
Ew (Nêr) : Jis
Ew (Mê) : Ji
Em : Mes
Hûn/Win : Jūs.
Ewan/wan (Nêr) : Jie
Ewan/wan (Mê) : Jos
Audra : Bahoz
Dangus : Ezman
Debesis : Ewr
Debesuota : Bi ewr
Drėgmė : Hêw
Drėgnas : Hêwî
Dulksna : peşikîn/Bapeşk
Griaustinis : Dengê Ewran
Karštas : Germ
Karštis : Tîn
Ledas : Qeşa/Cemed
Lietus : Baran
Oras : Hewa
Rūkas : Mij
Saulė : Roj
Sniegas : Berf
Temperatūra : Germahî
Vėjas : Ba
Žaibas : Çirûsk
Valanda : Saetek / Katjimêrek/ yek demjimêr
Minutė : Deqîqeyek/ yek xulke
Sekundė : Çirkek/ yek çirk
Diena : Roj
Šiandien : îro
Vakar : Duh
Ryt(oj) : Sibe
Užvakar : Pêr
Poryt : Dotir Roj
Šį vakarą : îşev
Savaitė : Heftî
Šią savaitę : Ev Heftî/Vê heftîyê
Mėnuo : Meh/mang/Heyv
Kanûna paşîn : Sausis
Sibat : Vasaris
Adar : Kovas
Nîsan :Balandis
Gulan : Gegužė
Hezîran : Birželis
Tîrmeh : Liepa
Tebax : Rugpjūtis
Îlon : Rugsėjis
Çiriya pêşîn : Spalis
Çiriya paşîn : Lapkritis
Kanûna pêşîn : Gruodis
Bihar :Pavasaris
Havîn : Vasara
Payîz : Ruduo
Zivistan : Žiema
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.