Çuvaşistan
From Wikipedia, the free encyclopedia
Remove ads
Çuvaşistan (bi çuvaşî: Чӑваш Ен, Çăvaş Yen an jî Чӑваш Республики, Çăvaş Respûblîkî; bi rûsî Чувашия, Çûvaşiya an jî Чувашская Республика, Çûvaşskaya Respûblîka), komareke xweser e li beşa ewropî ya Rûsyayê. Paytexta Çuvaşistanê Çeboksarî ye.


Remove ads
Erdnîgarî
Çuvaşistan li Navçeya Federal a Volgayê li rojhilatê Ewropayê ye. Komar li jora Volga, bi qasî 600 kîlometre rojhilatê Moskowê ye. Li bakur ew bi Marî El, li rojhilat bi Teteristan, li rojava bi Oblasta Nîjnî Novgorod û li başûrrojava jî bi Mordovyayê ve cîran e.
Dîrok
Çuvaşistan aîdî xannişîna Kazanê bû berî ku ew di nîvê sedsala 16an de bikeve destê Rûsyayê. Berevajî gelên din ên tirknîjad, Çuvaşistan di sedsala 18an de xiristiyan bûne. Çuvaşistan di dema Yekîtiya Sovyetê de komareke sosyalîst a sovyet a xweser bû. Di 1991ê de ew bû komarek di nav Rûsyayê de.
Gelhe
Komara piçûk yek ji komarên herî qelebalix ên Rûsyayê ye. Çuvaş, neteweyek tirknîjad e, piraniya gelheyê pêk tîne. Kêmneteweyên girîng rûs, teter û mordvîn in, hindikahiyên piçûktir ûkraynî û marî. Zimanên fermî çuvaşî û rûsî ne. Piraniya gelheyê (çuvaşî jî di nav de) ji dêra ortodoks a Rûsyayê re, hindikahiyek jî ji îslamê re dibêjin.
Ramyarî
Di 28ê tîrmeha 2010an de, Mîxaêl Vasîlyevîç Îgnatiyev li ser pêşniyara Dmîtrî Medvedev ji hêla Encumena Dewletê ya Çuvaşistanê ve wekî serokê komara xweser hate hilbijartin. Ignatiyev berê cîgirê serokê kabîneya wezîran û wezîrê çandiniyê yê Çuvaşistanê bû. Ji 1ê kanûna paşîn 2012, wî sernavê serokê komarê girt. Di 9ê hezîrana 2015an de, Vladîmîr Pûtîn li ser daxwaza xwe Îgnatiyev ji kar dûr xist û ew wek serokê demkî yê Komara Çuvaşistanê tayîn kir.
Remove ads
Aborî

Çuvaşistan wekî yek ji komarên herî dewlemend ên Rûsyayê tê hesibandin. Endezyariya mekanîkî, pîşesaziya sivik, pîşesaziya dar û xwarinê di nav şaxên herî girîng ên aboriyê de ne.
Girêdanên derve

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Çuvaşistan de hene.
- Malpera fermî ya Çuvaşistan Girêdana arşîvê 2011-09-23 li ser Wayback Machine
Çavkanî
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Remove ads