Adam Smith

From Wikipedia, the free encyclopedia

Adam Smith
Remove ads

Adam Smith FRSA (jdb. 5 hezîran 1723 - 17 tîrmeh 1790), yek ji aborîzan û fîlozofên navdar ê bi eslê xwe Skotlandî ye.

Agahiyên Praktîk Adam Smith FRSA, Jidayikbûn ...

Smith di cîhana abrorî û xwezayê de birêkûpêkî û têkûziyek dibîne. Tenê kesên ku xwedî sincek (ehlaqek) birêkûpêk û têkûz in dikarin vê sazûmaniyê bibînin. Smith herçendî bi xwe profesorê sincê ye jî li ser aboriyê lêkolîn û xebat kiriye.

Smith bandora mirov li ser civakê girîng dibîne. Parvekirin û têkiliyên di nava civakê de xwedî sazûmaniyek în. Bingeha dewlemendiyê ked e. Mirov çendî ezeperest (egoîst) be jî, tevlî civakê dibe û di pêşketina mirovahiyê de xwedî rol e. Li ser sermiyan xebat kiriye û pêşbirka aboriyê şîrove kiriye.

Pirtûka wî ya bi navê bi inglîzî: ("Dewlemendiya Netewan") ku di sala 1776´î de weşandiye navdar e. Di vê pirtûkê de pêşbirk û pêşketina aboriyê bi zîrekî şîrove kiriye.

Remove ads
Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads