Berxwedana Efrînê

Operasyona tirk bo dagirkirina Efrînê ya li dijî YPGê ya ku ji bo astengkirina statuya gengaz a gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê hatibû pêkanîn From Wikipedia, the free encyclopedia

Berxwedana Efrînê
Remove ads

Berxwedana Efrînê di 20 kanûna paşîn a 2018an de bi êrîşên rejima Tirkiyeyê û komên çekdar ku di bin navê Artêşa Azad a Sûriyê de komkirine bi ser Efrînê de dest pê kir. Pêvajoya êrîşên li ser Kantona Efrînê bi hêrîşên bejehî û yên hewayî ji aliyê rejîma Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Rejîma Tirkiyeyê Efrîn dagir kir.

Agahiyên Praktîk Dîrok, Herêm ...

Pêvajoya êrîşên li ser Efrînê, piştî vekişîna hêzên Rûsyayê ji Efrînê û di encama lihevkirineke di nav Rûsya û rejîma Tirkiyeyê de pêk hat. Piştî ku êrîşên li ser Efrînê dest pê kirin, weke ku di dema pêvajoya êrîşên li ser Kobanê de, li her çar beşên Kurdistanê û welatên ewropî kurdistanî hemû rabûn serpiyan. Xwepêşandin li dar xistin û êrîşên rejîma Tirkiyeyê û komên çekdar hatin şermazar û lenetkirin.

Remove ads

Paşbingeh

Piştî her sê kantonên kurdî ava bûyî, dewleta tirk ji başûrê welatê xwe tirsiya ku kurd bi van kantonan digihin Derya Spî. Ev tirs û gef gelek caran ji serkirdeyên anîne zimên.[28][29][30] Her çend piştî van gefan rayedarên tirk axiftinên xwe pîne bikin jî[31] hatiye zanîn ku tirk naxwazin li başûrê wan dewletên kurd ava bibin. Jixwe ji ber van tirsan dewleta tirkan yekemîn êrîşa xwe bir li ser Ezazê, El Babê û deverên wê. Bi vê operasyonê dewleta Tirk pêwendiya axê ya kantona Kobanê û kantona Efrînê birî. Jixwe serokkomarê Tirkiye jî ev anî zimên.[32]

Di 14ê kanûna paşîn a 2018an de koalîsyona navdewletî a dijî DAIŞê bi pêşengiya DYAyê biryar da ku li Sûriyê hêzeke nû ava bike li dijî DAIŞê. Bi dûçûna vê ev hêz dê sinorên bakurê Sûriyê biparêze[33] lê li dijî vê hêzê Tirkiyeyê bertek nîşan da û got em qebûl nakin.[34] Dibe ku ev hêceta mezin be ku Tirkiye êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike. Piştî vê bûyerê serleşkerê Tirkiyê Hulusî Akar, 16ê kanûna paşîn a 2018an de çû DYAyê, 18ê kanûna paşîn a 2018an de jî çû Rûsyayê. Sehaya hewayî ya li Efrînê di bin kontrola Rûsyayê de bû. Tê gotin ku Hulusî Akar ku destûra êrîşên hewayî ji Rûsyayê bistîne çû Rûsyayê.[35] Piştî van hevdîtinan di 19ê kanûna paşîn a 2018an de êrîşa Tirkiye li ser Efrînê dest pê kir.[36]

Remove ads

Kartêkirina li ser siyaset û aboriyê

Reaksiyonên partiyên Kurd û dewletan

Reaksiyonên Kurdistanî

Bakurê Kurdistanê

  1. PKK: Endamê Komîteya Rêveber ê PKKê Mûrat Karayilan diyar kir ku ew ê PKK li hemberî êrîşan bêdeng nemîne û banga seferberiyê li gelê Kurd kir[37]
  2. HDP: Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpil Kemalbay: Êrîşa li ser Efrînê dagirkerî ye[38]
  3. Hudapar: Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu: Di rastiyê da Tirkiye li wir bi YPG û PKKê re şer nake. Ji ber ku ew hêzên bejayê yên Amerîkayê ne. Ew leşkerên Amerîkayê ne[39]
  4. Partiyên Kurdistanî: Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokrata Kurdistanê li Bakur (PDK-Bakur), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) êrîşa li ser Efrînê protesto kirin[40]

Başûrê Kurdistanê

  1. Parlamena Kurdistanê: Em êrîşa li ser Efrînê şermezar dikin, berxwedana gelê Efrîn binirx e[41]
  2. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Em daxwazê ji hemû aliyên peywendîdar dikin asankariyê bikin daku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bikaribe alîkariyê pêşkêşî xelkê sivîl ên Efrînê bike[42]
  3. PDK
  4. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî: Bi xwe mijara Efrînê mijareke aloz e. Peywendiya wî bi gelek aliyan ve heye. Amerîka, Rûsya, Tirkiye û Îran di nav de ne. Me îro li gel de Mîstûra jî ev mijar gotûbêj kir. Hêviya me ew e ku ji vê rewşê re çareseriyek were dîtin, ku gelê Efrînê zêdetir ziyanê nebîne[43]
  5. Goran:Tevgera Goran û Partiya Koalîsyona Demokrasî û Adaletê ya Berhem Salih ava kirî daxuyaniyeke nivîskî dan û hewldana dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin, bang li raya giştî ya dinyayê kirin ku helwesta xwe diyar bikin[44]
  6. PADÊ: Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) bi daxuyaniyek nivîskî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kir[45]

Rojavayê Kurdistanê

  1. TEVDEM: Tevgera Civaka Demokratîk ji bo xwedîderketina li Efrînê banga seferberiyê li gelê Rojava û hemû gelê Kurdsitanê, her wiha hemû kesayet û aliyên demokratîk kir[46]
  2. ENKS
Êrîşa Tirkiyê li dijî hebûna Kurdan e[47]
Ebdulbasit Seyda ji ber Efrînê ji Îtilafa Niştimanî ya Sûriyê vekişiya[48]
  1. PYD: Meclîsa Giştî ya PYDê ji Amarîka û Rûsiya xwest ku helwesta xwe ya zelal derbarê bombebarana balafirên Arêtşa Tirk a li ser Efrînê zelal nîşan bidin û got ku bombebaran û êrîşên dewleta Tirk xisarê dighîne tevahiya gelê Sûriyê[49]
  2. PDKS :Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (PDKS) bang li hemû hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê bibin yek û piştgiriyê bidin berxwedaniyê.[50]

Reaksiyonên navdewletî

  1. YE: Berpirsa Karûbarên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini: Em bi vê operasyonê dilgiran in.[51]
  2. NY: Berdevkê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Stephan Dujarric: Rawestandina operasyona Artêşa Tirkiyê bo ser Efrînê” kir û ragihand, “her çiqas êriş zêdetir bin, dê gihandina alîkariyên mirovî zehmettir bibe.[52]
  3. NATO: Alîkara Sekreterê Giştî yê NATOyê Rose Gottemoeller: Tirkiyê mafê parastina ewlehiya xwe heye, lê belê divê derbarê gefên di dema operasyona Efrînê de bersiveke guncayî were dayîn[53]
  4. Yekitiya Ereban: Em operasyonê Efrînê bi nîgeranî dişopînin, tirsa me ew e ku rewşa Suriyê aloztir bike[54]
  5. Suriye
Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand, ku êrişa Tirkiyê li ser herêma Efrînê beşek e ji wê siyaseta Enqerê ku her ji yekem roja krîza Sûriyê ve piştevaniya komên terorîst û terora li nav Sûriyê kiriye[55]
Balyozê hikûmeta Sûriyê li Netewên Yekgirtî Beşar Ceiferî: Netewên Yekgirtî çavên xwe li ser êrişên Tirkiyê bo ser herêma Efrînê girtine[56]
  1. Fransa: Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian: Li Sûriyê hiqûqa navdewletî ji aliyê Tirkiye, rêveberiya Şamê û Îranê ve ku êrîşî Gutaya Rojhilat û Idlibê dikin hatiye binpêkirin û her wisa divê dewleta Tirk şer li ser şer zêde neke[57]
  2. Îraq: Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrajîm Ceferî: Em destewerdana Tirkiyê ya li herêma Efrînê ya Sûriyê şermezar dikin[58]
  3. Bulgarîstan: Serokomarê Bulgaristanê Rumen Rudev bertek nîşan da û bang li Yekîtiya Ewropayê kir, ku destwerdanê di rewşê de bike[59]
  4. Îran
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî: Divê Tirkiye êrîşên xwe li ser Efrînê demildest rawestîne[60]
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî: Em li gel wê yekê ne ku ev operasyon di demeke herî nêz de were bidawîanîn[61]
Her çend Îran li dijî êrîşen Tirkiye derkeve jî nahêle Kurd li Îranê çalakiyên şermezarkirina êrîşê lidarxîne[62]
  1. Keyaniya Yekbûyî: Wezîrê Derve yê Brîtanya Boris Johnson: Mafê Tirkiyê heye ku sinorên xwe biparêze[63]
  2. Tirkiye
Diyaneta Tirkiye: Ev operasyon wek cîhadê ye ku li dijî kafiran tê pê [64]
CHP: Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarîxwaz (CHP) Kemal Kiliçdaroglu: Tirkiye, divê heta dabînkirina ewlehiya xwe berdewam be. Lê belê ez derbasbûna nav Efrînê bi ti awayî dirist nabînim. Çimku divê hizreke weke bidestxistina bajarekê nebe. Wate em çima çûne Efrînê, ji ber bicihbûna rêxistina terorê li ser sînorê Tirkiyê bû[65]
  1. Almanya: Piştî êrîşên li ser Efrînê, Almanyayê nûjenkirina tankên Leopard bo Tirkiye red kir[66]
  2. DYA
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankine Galloway li ser Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku ew hemû aliyan teşwîqî wê yekê dikin ku xwe ji aloziyê dûr bixin û bala xwe bidin ser şerê DAIŞê.[67]
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert: Rewşa Efrînê em nîgeran kirine. Li Sûriyê armanca me têkbirina DAIŞê ye û metirsiya DAIŞê hêj bi dawî nebûye[68]
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson: Em dê ji bo herêmên rizgarbûyî yên Sûriyê 200 milyon dolar alîkarî veqetînin[69]
Remove ads

Mijarên têkildar

Çavkanî

Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads