Boreg

From Wikipedia, the free encyclopedia

Boreg
Remove ads

Boreg (bi tirkî: börek), cureyek ji kilorê ye. Tirki tenê ji viya re börek dibêjin. Bi şaşî û ji bandora tirkî hin caran bo tevahiya kiloran boreg dibêjin. Tirk jî ji vê re "kurd boregi - kilora kurd" dibêjin.

Agahiyên Praktîk Welat, Pêk tê ji ...
Thumb
Borega penîr

Amadekirin

Hevîrê xwêkirî di nava avê de hinekê tê sekinandin. Derdixin, ji nû ve distirên, heya pelqikên hewayê tê de nemîne. Dîsa tê sekinandin ku kewa xwe bigire.

Heger ji bo pênc kesan be, hevî pêncparkirin û girikkirin. Girikan yeko yeko dixin nava rûnê gulberojê û distirên. 1-1,5 katjimêr tên sekinandin. Piştre girik tên vekirin û pelhevîr li tepsiyê tên raxistin. Pên pelhevîr (bo pênc kesan) hatin bicihkirin, îcar jî davêjin argûnê.

Li wir jî bi qasî katjimêrek tê sekinandin, dûv re di germiya 250 gradê de tê pijandin. Bi qasî nîv saetê pijandin têr dike. Hêj sar nebûye, şekirê pûdrayî pê werdikin. Êdî dikarin bixwin.

Remove ads
Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads