Mîkroprosesor

From Wikipedia, the free encyclopedia

Mîkroprosesor
Remove ads

Mîkroprosesor, yanî yekîneya xebatê ya navendî (YXN an jî CPU, central processing unit) parçeyê herî girîng ê komputerê ye. Çi fermanên di hundirê Pergala Xebatê de hebe, ji aliyê vî parçeyî ve tê xebitandin. Microprosesor jî CPU eke ku di hundirê tek yongayekê de ye. Di roja me de CPU bêhtir wekî Microprosesor e.

Thumb
Intel 80486DX2.

Yekîneya Xebatê ya Navendî xwedî bikêriyea arîtmetîk û mentiqî ye. Di navbera yekîneyên têketin û derketinê Û bernameya ku hatiye dayin de xebateke pêkan derdixe holê. YXN an jî CPU bi zimanê makîneyê, ango pergala kêmast a kodkirinê dixebite. Ev pergala kodkirinê ji kodên operasyonê pêk tên ku komputer dikare têbigihîje.

Yekîneya xebatê ya navendî karê arîtmetîk û mentiqî bi riya ALU pêk tîne. Her wiha FPU heye da ku bi hejmarên bibêhnok jî bikaribe hesaban bike. Her wiha parçeyekî wê jî BIU ye ku têkiliya YXN bi cîhana derve re çêdike. Di hundirê YXN de hinek derên hiş ango bîrê hene ku jê re register tê gotin.

Remove ads
Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads