Frederick Reines

fizîknasê amerîkî From Wikipedia, the free encyclopedia

Frederick Reines
Remove ads

Frederick Reines (jdb. 16ê adarê 1918 li Paterson, New Jersey; m. 26ê tebaxê 1998 li Orange, California) fizîknasekî DYAyî bû. Sala 1995î bi tevî Martin L. Perl, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Agahiyên Praktîk Jidayikbûn, Mirin ...

Malbata wî bingeh Cihû û ji Rûsyayê hatibûne. Piştî perwerdeyê bi fîzîka teorîk dest bi xebatên xwe dike. Di sala 1945î de li laboratûara neteweyî Alamosê dibe serokê komeke lêkolînan. Di destpêka 1950î de dest bi xebatê li laboratûarên Hanford and Savannah River dike.

Reines di jiyana xwe ya zanistiyê de li gelek mijarên fîzîkê dikole. Li ser neutronan, protonan, elektronan radiweste. Dîsa sûpernova û keşfên nû yên stêrzaniyê ji mijarên xebatên wî bûne.

Sala 1988î bûye profesor. Zewicî bûye û du zarokên wî hebûne (Robert G., Alisa K. Cowden).

Remove ads
Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads