Thomas Alva Edison

From Wikipedia, the free encyclopedia

Thomas Alva Edison
Remove ads

Thomas Alva Edison (jdb. 11ê sibata 1847an li Milan, Ohio; m. 18ê çiriya pêşîn a 1931ê li West Orange, New Jersey) afirendêrê elektrîkê û yek ji kaşîfên navdar ên DYA ye.

Agahiyên Praktîk Navê rastî, Jidayikbûn ...

Edison tenê bi qasî çend mangî çûye dibistanê. Zaroktiya wî bi xebatê, firotina hêsanxwarinan li metro û trênan derbasbûye. Li cem J.U. MacKenzie li Mount Clemens, Michigan perwerdeya telegrafê dibîne. Pênc salî, ji 1863 heya 1868 ew wekî telegrafker li Stratford (Ontario), Indianapolis, Cincinnati, Memphis, Louisville û Boston dixebite.

Di sala 1868an de yekemîn car patenta alavekê ku deng bi hêza elektrîkê vediguhêzîne werdigire. Saleke şûnde li New York fîrmayek dadimezirîne.

Di 18ê tîrmeha 1877an de keşfa fonografê dike û yekemîn car mirovek dengê xwe yî tomarkirî dibîhîse. Di tomarkirina yekê de gotina "Hello" hatiye bikaranîn. Edison di jiyana xwe de gelek keşfan û pêşxistinan dike. Wekî dîktafon, kînematograf, fîlmkamera, makîneya rontgenê, alava bihîstinê bo kerran hwd.

Thomas Alva Edison, di 28ê gulana sala 1902an de pîl îcat kir.

Edison ji bi artêşa DYA jî gelek alavan çêdike, Dîsa kursiya elektrîkê ya ku bo cezayê îdamê tê bikaranîn jî çêdike. Herçendî ji kongreyê xelata mezin distîne jî ji ber pêşxistina alavên kuştinê di artêşê de û çêkirina kursiya elektrîkê ve ji aliyê gelekan ve hatiye rexnekirin.

Thumb
Thomas Alva Edison (1878)
Remove ads

Çavkanî

Girêdanên derve

Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads