Zimanê spanî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Remove ads
Spanî (bi spanî: español) an jî kastîlî (bi spanî: castellano), zimanekî malbata zimanê nûlatînî ye û li Kastîlyaya ku dikeve navenda nîvgirava Îberî peyda bûye. Niha bi 483 milyon axiverên ve yek ji zimanên herî giring ên cîhanî ye. Axiverê zimanê spanî herî zêde li Spanya û Amerîkayê ye. Zimanê spanî piştê zimanê çîniya mandarîn zimanê duyem e ku herî zêde axiverên xwecîhiya wî heye. Piştî inglîzî, çîniya mandarîn û zimanê hîndî çaremîn zimanê ku li cihanê herî zêde tê axaftin.[2]
Spanî zimanekî di nav beşa galî, îberî û romanî de ye. Zimanê spanî piştê hilweşandina Împeratoriya Romê ya Rojava di 5em sedsalê de, ji zaravayên latîniya gelêrî (vulgar latin) li herêma Romê ya Hispaniayê werar bûye. Şopa spanî bi nivîsên latînî ya herî kevin di sedsala 9an de li bakurê Hispaniayê hatiye dîtin û li bajarê Toledo yekem nivîsên sîstematîk bi vî zimanê hatiye bikaranîn. Toledo di sedsalê 13an de bajarekî giring li Keyaniya Kastîlya bû. Sersala 1492, zimanê spanî ji aliye wekîlên împeratoriya Spanya bi taybetî li Amerîkayê û cihên din li Afrîkayê, Okyanûsya û Filîpînê belav bû.
Remove ads
Hêjmara axiverên pêşbînî
Tê pêşbînîkirin ku ji 437 milyonê zêdetir axiverên zikmakî ya spanî heye. Enstîtuya Cervantes angaşt dike ku bi pêşbînî 477 milyon kes axiverên zikmakî heye û 572 milyon kes zimanê spanî wek yekemîn ziman an jî zimanê duyem diaxive û ji 21 milyonê zêdetir xwendekarê zimanê spanî heye.
Navên zimanê spanî û bêjenasî

Navên ziman
Li Spanya û li welatên spanîaxivêr de ji zimanê spanî re tenê español ("spanî") nabêjin. Her wekî español , castillano ("kastîlî") jî tê gotin. Kastîlî zimanê Keyaniya Kastîlyayê ye û ji zimanên din wek zimanê galîsî, baskî, astûrî, ketelanî, aragonî û oksîtanî cuda ye.
Makezagona Spanî ya 1978, terma castellano bo ravekirina zimanê Fermî li dijî zimanên din li Spanyayê (las demás lenguas españolas) bikar tîne. Xwendina Gotara III wek diêt;
- El castellano es la lengua española oficial del Estado. ... Las demás lenguas españolas serán también oficiales en las respectivas Comunidades Autónomas...
- Kastîlyan zimanê fermî ya dewleta Spanyaye. ... Zimanên dinên spanî li Civatên Xweserî de zimanê fermî bibe
Royal Akademiya Spanî niha li çapamenî da terma español bikar tîne lê ji 1713 heta sala 1923 zimanê castellano cihê español hatîbu bikar anîn
Bêjenasî
Terma castellano ji peyva latînî ya castellanus tê ku wateya castellanus bi pêwendendarê keleh an birc. jixwe peyva Castel tê wateya "keleh".[3]
Ji bo bêjenasiya terma español pêşniyazên cuda hatiye pêşkêşkirin. Li gorî Akademiya Şahane ya Spanî español ji peyva hispaniolus ya latîniya gelêrî hatiye dariştin. ew jî peyva latînî ya navê parêzgehê Hispania tê ku li nivgiravê Îberî jî nav Hispania de bû.[4]
Remove ads
Dîrok

Zimanê spanî ji zimanê latînî yê gelêrî werar bû ku ew ziman ji aliyê romiyan di demê Şerê Duyem ê Pûnîk de, di destpêka 210 berî zayînê de li nîvgravê Îberî hat.[6]

Spanyolî zimanekî romanî ye û bi vî awayî ji latîniya gelêrî, di bin bandora baskî û erebî de, li bakurê nîvgirava Îberî pêşketiye. Tîpîk ji pêşkeftina fonetîka spanî, di nav tiştên din de, lenîsyon (latînî: vita, spanî: vida), palatalîzasyon (bi latînî: annus, spanî: año) û dîftongîzekirin (guhartinên stûnê) yên "e/o" ji latîniya gelêrî ne (latînî: terra, spanî: tierra, latînî: novus, spanî: nuevo). Di piraniya zimanên din ên romanî de diyardeyên bi vî rengî têne dîtin.[7][8]
Di dema Reconquista de, ev zaravayê bakur hat birin başûr, û ew hîn jî zimanek hindikahî ye li bakurê Fasê.
Ziman di dema kolonîzasyona Spanyayê de ku di destpêka sedsala 16an de dest pê kir, hat parzemîna Amerîkî, Mîkronezya, Guam, Giravên Mariana, Palau û Fîlîpînê.[9]
Di sedsala 20an de, spanî jî gihîşt Gîneya Ekvatorî û Sahraya Rojava.
Hejmara spanîaxiverên li gorî dewletên dinyayê
Tabloya jêr hejmara spanîaxiverên li 78 welatê de nîşan dide.
Remove ads
Çavkanî
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Remove ads