Heste
From Wikipedia, the free encyclopedia
Remove ads
Heste navê alava pêxistina agir e. Bi benzîn, ristekên elektrîkî, hin cureyên petrolê, gaza metan, bûtan, propan hwd tê bikaranîn.


Li hin deverên Kurdistanê ji ber bandora zimanên sazûmaniyên dagirker, bêjeya Çexmax (an çeqmaq) jî rojane tê bikaranîn. Beriya ku hesteyên nûjen û mistik (kibrît, spîşke) peyda bin, ji bo pêxistinê di ristekên hesteyê de rûnên ji dawa pez dihatin çêkirin û hin kevirên vêketbar dihatin bikaranîn.
Li Kurdistanê hesteyên mixtaran (çeqmaqê mixtar), Zippo (Zîpo dihate bilêvkirin) binavûdeng bûn. Lê van salên dawiyê êdî çeqmaqên erzan û nûjen tên bikaranîn.
Di demên kevn de kevirê heste li hevûdu dihate xistin û plîska (çîka) ku derdihat bi qirşokên ziravane dihate pêxistn. Paşê hin metalên din û pola jî hat bikaranîn û ristekên hesteyê yên curbecur derketin.
Remove ads
Herwekî binêrin
- mistik, Kibrît, Spîşke, Pîşke
- Ibelo
- Zippo
- IMCO
| Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Remove ads
