gotin

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Bilêvkirin

Lêker

Zêdetir agahî (gerguhêz), Rehê dema niha: -bêj- ...

gotin gerguhêz (lêkera xwerû), t-ya nerm

  1. Bi dengekî normal peyivîn (bêyî qîrîn, stirîn yan pistîn).
  2. Anîn ziman, bi alîkariya ziman peyamek derbirin.
    Di nivîsê de tê gotin ku...
  3. Eşkere kirin, xuya kirin, diyar kirin.
    razê ji kesî re nebêje.
  4. Ferman dan, emir kir.
    got: du kîlo sêv bîne.
  5. Texmîn kirin, bawer kirin.
    Ez dibêjim ku ew êdî nayê.
  6. Peyamek giring ragihandin.
    Bi seetan diaxive lê tiştekî nabêje.

Ji wêjeya klasîk

  • Her wekî hatiye gotin bê hîsab
    Lê neşêm bêjim jî tetwîla Kîtab
      ()

Gotinên pêşiyan

Hevmane

Bi alfabeyên din

Etîmolojî

GOTIN: Hevreha avestayî geob-, farisiya kevn [skrîpt hewce ye] ( /⁠⁠gaubataiy⁠/, bi xwe gotin), farisiya navîn ( /⁠guften⁠/), farisî (), ji proto-îranî ku binyata wê a bixwe vebirrî nîne. Li gor Chyet belkî hevreha weep/wept (girîn, rondik barandin) ya îngilîzî be.

Bi gengaziyeke mezin ji farisî ye ji ber ku di partî (zimanekî bakur-rojhilhatî) de lêkereke hevreha farisî () nayê dîtin. Forma farisî di zimanên din ên îranî de jî dema bihurî standard kiriye tevî ku xwemalî nebe jî. /uft/ ên navdêrên farisî di kurdî de yeksanî /ot/ dibin nê /uft/ên lêkeran bi pirranî dibe /eft/ (bide ber farisî (/⁠şinuften⁠/) û soranî ()) û forma xwemalî a di kurdî de wê bibûya /*geftin/ ku jixwe wek vegeftin heye. Heke wisan bibe, a xwemalî bêtin (wek di galebêt (galegot) de) ve cih kiriye.

-BÊJ-: hevreha hewramî watey û rehê wê yê dema niha -waç-, zazakî vatene û rehê wê yê dema niha -vaj-, pehlewî waz- (binere: awaz), avestayî wac-, sanskrîtî () û वक्ति (vakti: ew diaxive), latînî , hemû ji proto-hindûewropî *wekʷ-.

Bi zaravayên din

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Zêdetir agahî Tewandina, Zayenda mê ya binavkirî ...

gotin m

  1. Axiftin, peyivîn
    Min ti ji gotina wî fam nekir.
  2. Peyv, kelîme, bêje, çeko.
    Maneya vê gotinê çi ye?
  3. Peyam, mesaj.
    Gotina wî ji me re hat.
  4. Pend, şîret.
    Divê zarrok bi gotina dêbavên xwe bikin.

Bi alfabeyên din

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Remove ads

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads