ocak

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Tirkî

Bilêvkirin

  1. rêbendan, kanûna paşîn, çile, meha rêbendanê (meha pêşîn a ku roj diajo)
  2. tifik, kuçik, argûn, kuç, qozî, xulçik (cihê ku tê de agir dikin û xwarinê li sere dipêjin)
  3. bixêrî, rojîn, rojing (kuçika ku di dîwar de ye û kuleka wê, ango dûkêşa wê heye)
  4. bapor, ocax (a ku bi gaz û neftê dişixule)
  5. ocax
    Ocaxa çayê.
  6. çayxane
    Çayxane.
  7. kan, kar (cihê ku kevir û maden jê tên derxistin)
    Kana madenê.
  8. refik,(di bostan û bexçeyan de cihê bilind ku ji bo zebzeyan hatiye çêkirin)
    (ji kerema xwe tercimeya kurmancî ya vê nimûneyê binivîsin)
  9. ûcax, ocax (cihê ku tê de tişt têne kirin an jî tişt lê pir in)
    Ocaxa xêran.
  10. melbend
    Melbenda rewşenbîran.
  11. ocax, ûrt (di maneya mal, malbat û ziret de)
    Ûrt û ocaxa wan kor bû.
  12. dunde, (di maneya mal, malbat û ziret de)
    Dundeya wan kor bû.
  13. ûcax (malbata ku tê bawerkirin hin nexweşînan baş dike)
  14. zêwî (malbata ku tê bawerkirin hin nexweşînan baş dike)
  15. kurik (kurika hesingeran)
  16. war
    Warê bav û kalan.
  17. hetûn, etûn (kûreya ku tê de komir, kevir û tiştê wisa dişewitînin)
  18. hêtûn, kûre, agirdank
Binêre herwiha

Etîmolojî

Bi maneya meha yekê wergerandina yekser ji erebî (, argûn, sobe) ye û sala 1945 bi qanûnê hatiye fermankirin.

Remove ads

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads