spas

From Wiktionary, the free dictionary

Remove ads

Kurmancî

Baneşan

spas

  1. Peyvek şîrîn kesek ji ber qenciya kesek din dibêje.
    Hevmane: memnûn, teşekur, şikir, Xwedê ji te razî be, malava, mala te ava, her bijî, sax bî, Xwedê xêra te binivîse, Xwedê te bihêle, sihetxweş, destxweş
    • Memduh Selîm Beg; por û simbêlên şehkirî, rîhê xweşkurkirî, kincên reş û nû, pêlavên reş û spehî, saeteke zendan a zîvîn û spas, spas, spas. Spas ji Yezdanê mezin re, ji dinya û jiyana xweşik re, ji heval û dostan re, ji "Bavo", bavê Xezalê re... spas.  ()

Bi alfabeyên din

Herwiha

Etîmolojî

Hevreha farisiya navîn (xizmet), sogdî [skrîpt hewce ye] (, xulam), avestayî (, çavdêrî kirin), sanskrîtî (, temaşe kirin), hemû ji proto-hindûewropî (nêrîn, temaşe kirin) ku herwiha serekaniya (, lê nerîn) ya yûnaniya kevn û (lê nerîn, temaşe kirin) ya latînî ye. (, xizmet) ya ermenî ji zimanekî îranî hatiye deynkirin. Anku wateya destpêkê ya peyvê ji "lênerînê" bûye "xizmet" û taliyê jî bûye minetdariya ji ber xizmetê. Bo veguherîna maneyekê ji "lênerînê" bo "xizmetkirinê" peyvên îngilîzî (li bendê man) û (xwaringêrr, garson) bide ber hev. Jixwe di kurdî de jî peyvên ezxulam û ezbenî bi mebesta minetdariyê tên bikaranîn.

Werger

Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.
Remove ads

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads