![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/f/f3/Persian_Scholar_pavilion_in_Viena_UN_%2528Avicenna%2529.jpg/640px-Persian_Scholar_pavilion_in_Viena_UN_%2528Avicenna%2529.jpg&w=640&q=50)
Îbn Sîna
Bijîşk û fîlozofê fars / From Wikipedia, the free encyclopedia
Îbn Sîna an jî Ebû Elî el-Huseyn ibn Ebdullah ibn Sîna (bi latînî: Avicenna, bi farisî û erebî: ابو علی الحسین ابن عبدالله ابن سینا Abū Alī al-Husayn ibn Abdullāh ibn Sīnā) fîlozofekî navdar di beşên, felsefe, matematîk, astronomî, fizîk, kîmya, bijîşkî û muzîkê de xebatên girîng kiriye. Wî hewl daye ku felsefeya Arîstotelês di çarçoveya misilmantiyê de şîrove bike.[1]
Ebû Elî el-Huseyn ibn Ebdullah ibn Sîna | |
---|---|
![]() Peykerê Îbn Sîna | |
Navê rastî | ابو علی الحسین ابن عبدالله ابن سینا |
Jidayikbûn | 980 |
Mirin | 21ê hezîrana 1037an![]() |
Esil | Faris |
Pîşe | felsefe, matematîk, astronomî, fizîk, kîmya, bijîşkî û muzîk |
Serdem | Serdema Zêrîn a Îslamê |
Bandorbar | Arîstoteles, Hîpokrat, Dînewerî, Bîrûnî, Kîndî |
Bandorker | Şihabedînê Suhrewerdî, Omer Xeyam, Nesîredînê Tûsî, Albertus Magnus |
biguhêre![]() |
Li Ewropayê bi navê Avicenna (Avîsena) tê naskirin.
Îbn Sîna di tirmiha 980an de li Afşena gundekî Herîsa, li herêma Xorasanê hatiyê dinê û li 21 hezîranê sala 1037an de li Hamedanê çûye ber dilovaniya xwedê. Bavê wî ji bajarê Belxê bû ye û di dema Keyetiya Nûh Mansûr çûye Buxarayê.
Îbn Sîna, pêşî ji bavê xwe û şûnde jî ji zanistên navdar Natîlî û Îsmaîl dersên mentiq, matematîk û astrolojiyê girtine. Wî di 7 saliya xwe de, pirtûka misilman an Quranê ji ber kiriye. Ew demekê di beşa bijîjkiyêde li ser sedemên belavbûna naxweşiyan xwebitî û li ser tedawiya wan sekinî.