Baqil
From Wikipedia, the free encyclopedia
Keşol, baqil, beqle, beqilk riwekek ji famîleya baqilan e û bo xwarinê tê bikaranîn.
Ji vir nêzîkê 9 hezar sal berê li Îsraêlê hatiye bikaranîn, bermahiyên wê li bajarê Nazaretê hatin vedîtin. Herwiha di gorîstanên li devedorê Deryaya Naverast de bermahî hatin vedîtin ku ji vir 3-4 hezar sal berê li van deveran dihatibûye bikaranîn.
Ligel riwekên din ên ji famîleya baqilan nîsk û nokê bo mirovan di xurdemeniyê de cihekê girîng digire, kana proteînan e. Bi hezaran salan in ji aliyê mirovan ve çandiniya wê tê kirin.
Herêmêm Kurdistanê Botan, Behdînan, Tolhildan, Kurdistana Sûrî û herêma Soran bo çandiniya famîleya baqilan baş e. Mixabin ji ber gelek sedeman kurd pirranî xurdemeniya xwe dikirrin, bi xwe çandiniya wê nakin.