Proteîn
From Wikipedia, the free encyclopedia
Proteîn molekulên aloz (makromolekul) û polîmer in, ji yek an jî zêdetir zincîrên asîdên amînî pêk tên.
Di xaneyên zîndeweran de karbohîdrad, çewrî, proteîn, vîtamîn û asîdên nukleyî molekulên endamî (organîk) yên sereke ne. Lê di xaneyê de herî zêde molekûlên proteînî cih digire[1].
Zêdetirê ji %50 yê giraniya (giraniya ziwa) xaneyê ji proteînan pêk tê[2]. Di xaneyên zindeweran de ne yek lê gelek corên proteinan heye. Zanyariyên bomaweyî yên li ser ADN-yê cora proteîna zîndewerê diyar dike[3]. Li gor zanyariyên bomaweyî di navbera asîdên amînî de bendên kîmyayî ava dibe û proteîn peyda dibe. Cor, rêz û hejmara asîdên amînî yên bi hev re bi bendên peptîdî hatine girêdan, cora proteînê diyar dike. Her xaneyek bi hezaran cor proteîn lixwe digire[1]. Xaneyên laşê mirov bi qasî 32000 corên proteînan lixwe digire[4].Herwisa di laşê zindewerk de jî dibe ko her endam proteinek taybet lixwe bigire. Wekî mînak, proteînên masûlkeyên mirov, ji yên mejî û kezeba mirov cudatir in [5].
Molekulên proteînê li gor molekulên şekir an jî molekulên rûnê (çewrî) gelek gir in û ji girêdana gelek asîdên amînî pêk tên. Piraniya proteînan bi dirêjiya 50 heta 2000 asîdên amînî ne[6].
Proteîn di laş de gelek erkên girîng pêk tînin. Tora proteînên nav xaneyê, peykerê xaneyê, şêweyê xaneyê sabît dike û hemû pêkhateyên xaneyê ji belavbûnê diparêze. Rîşalên proteînên aktîn û miyozîn girjbûna masûlkeyan rêk dixe. Proteîna hemoglobîn di nav xwînê de oksîjen û hinek karbona dioksîd diguhazîne. Dijeten ji proteînan pêk tên. Di laş de di nav xwînê û lîmfê de li dij hokarên nexweşiyê kar dikin. Hema hemû enzîm ji proteînan pêk tên. Enzîm bandor li karlêkên (reaksiyon) kîmyayî dikin bo bi destxistina enerjî, sazkirina malekulên nû an jî hilweşîna molekulan. Herwisa enzîm kar dikin ji bo çêkirina proteînan û duhendebûna ADN-yê. Proteînên wergir rê dide xaneyê ko hormon û guherînên hawirdorê hest bike û bertek nîşan bide[7] .
Herwisa hestî, jê, bester, çerm, por û nînokên mirovan zexmiya xwe ji proteînan digirin. Hin corên hormonan ji proteînê pêk tên. Wekî mînak hormona însulîn û hormona geşê, proteînên gogî ne.
Ji bakterîyek heta mirovan, proteînên her zîndewerek taybet e ji bo wê zîndewerê. Proteînên her mirovek ji mirovek din piçek cuda ye, wekî mînak, rengê çavê mirov, porê mirov û rengê çermê mirov ji hev piçek cihê ne. Her wisa komeleya xwîna mîrovan jî ji hev cudatir e. Sedemên van cudahiyan, cudahiya proteînan in. Tenê proteînên cêwiyên tekzîgotê (yekhêkê) wekî hev in [8].Her çiqas proteînên zîndeweran ji hev cuda bin jî,lê proteînên hemû zîndeweran ji 20 cor asîdên amînî pêk tên. Ango mirov, riwek an jî bakterî heman asîdên amînî bi kar tînên û proteînên xwe yên taybet çêdikin[9]. Hemû zîndewer proteînên xwe ji asîdên amînî yên di xaneyên xwe de çêdikin. Di rewşa asayî de di xaneyekê de ji 20 corên asîdên amînî bi têra xwe heye. Gava pêdiviya xaneyê bi proteînek hebe, asîdên amînî yen nav xaneyê tên bikaranîn. Heke di xaneyê de ji asîdek amînî ya bingehîn bi têra xwe tune be, çêbûna proteîn hêdî dibe an jî tê sekinandin[10]. Cora proteînan, şêwe û erkê xaneyê diyar dike. Wekî mînak, xaneyên masûlke ji bo girjbûn û xavbûnê, bi qebareyek zêde ji proteînên miyozîn û aktîn lixwe digirin. Di xirokên sor de herî zêde proteîna hemoglobîn cih digire, hemoglobîn kar dike bo guhaztina oksîjen û hinek karbona dîoksîde di nav xwînê de[1].