Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts
From Wikipedia, the free encyclopedia
Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts (bi inglîzî: Massachusetts Institute of Technology) an jî bi kurtasî MIT, zanîngeheke teknîk e ku li DYAyê di sînorên federedewleta Massachusetts de dimîne. Bi taybetî ji ber ku di warên zanist, endezyarî û ekonomiyê de bi ser ketiye, pir tê nasîn. Di warê endezyarî û teknolojiyê de wek zanîngeha teknîk a herî baş a dinyayê tê qebûlkirin[1].Heta vê gavê di navbera xwendekar, destûrdar û endamên perwerdehî yên MITê de 72 kes xelata nobelê qezenc kirine û 15ê van xelatan di nav pênc salên dawî de hatine kesibandin. Di zanîngehê de 11.192 xwendekar û 998 personelên akademîk hene[2].
Agahiyên Praktîk
Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts | |
Cih | Cambridge,Massachusetts |
Hejmar | 11.301 |
Zimanê perwerdehiyê | Îngilîzî |
Dîrok | 1861 |
Cure | Taybet |
Rektor | L. Rafael Reif |
Malper | mit |
biguhêre |
Bigre