Pêşmerge
Hêzên leşkerî yên Herema Kurdistanê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Pêşmerge, hêzên leşkerî ya kurd e ku berpirsê ewlekariya Herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) ye. Hêzên Pêşmerge li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê, berpirsê ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê ye.[2][3][4] Li gorî yasayên Iraqê ya niha qedexe ye ku hêzên çekdar ên Iraqê derbasê herêma ewlehiya berpirs a hêzên pêşmerge (Herêma Kurdistanê) bibin.
Agahiyên Praktîk Damezrandin, Welat ...
Pêşmerge | |
---|---|
Damezrandin | Ji salên 1920an heta niha |
Welat | başûrê Kurdistanê |
Cure | Artêş |
Mezinahî | 390.000[1] |
Bigre
Dîroka Pêşmerge vedigere sedsala 18an ku di bin destê Osmanî û Safewiyan de weke hêzeke tund-eşîretî dest pê kir û paşê di sedsala 19an de guherî hêzeke gerîlayî ya bi dîsîplîn û perwerdekirî. Di sedsala 20an de hêzên pêşmerge wekî artêşeke nîzamî berpirsyariya ewlekariya Başûrê Kurdistanê girtiye ser xwe.