From Wikipedia, the free encyclopedia
Alyson Lee Hannigan, (jdb. 24ê adara 1974an li Washington, District of Columbia, DYA) aktrîs û pêşkêşvana televîzyonê ya amerîkî ye ku bi rola xwe ya bi navê Willow Rosenberg di rêzefîlma televîzyonê Buffy the Vampire Slayer di salên 1997 û 2003an de û rola bi navê Lily Aldrin di sîtkoma How I Met Your Mother de di salên 2005 û 2014an de tê zanîn.
Hannigan li Washington, DC wekî yekem zarokê Emilia (Posner) Haas ku karmenda nekêşbarê ye û Alan Hannigan ku qemyonvan e, ji dayik bûye.[1] Bavê wê bi eslê xwe îrlendî ye û dayika wê bi baweriya cihû ye.[2] Hannigan di çar saliya xwe de di reklaman de dest bi kariyera xwe kiriye û di 11 saliya xwe de çûye Hollywoodê.[3]
Hannigan bi diya xwe re jiyaye û beşdarî Dibistana Bilind a North Hollywood bûye. Dema ku diçe serdana bavê xwe li Santa Barbara, bi awayekî serfirazî ji beşdarî berbijariya dibe.[zelalkirin hewce ye] Piştî xwendina xwe yê lîseyê, diçe Zanîngeha Dewleta Californiayê di beşê psîkolojiyê de dîploma xwe werdigire.
Sal | Nav | Rol | Nîşe |
---|---|---|---|
1986 | Impure Thoughts | Patty Stubbs | Wek Alyson Hannigan tê pejirandin[4] |
1988 | My Stepmother Is an Alien | Jessie Mills | |
1998 | Dead Man on Campus | Lucy | |
1999 | American Pie | Michelle Flaherty | |
2000 | Boys and Girls | Betty | |
2001 | American Pie 2 | Michelle Flaherty | |
2001 | Beyond the City Limits | Lexi | |
2003 | American Wedding | Michelle Flaherty | |
2006 | Date Movie | Julia Jones | |
2006 | Farce of the Penguins | Hottie Penguin | Tenê deng |
2011 | Love, Wedding, Marriage | Courtney | |
2012 | American Reunion | Michelle Levenstein | |
2016 | Do You Take This Man | Rachael | |
2018 | You Might Be the Killer | Chuck | |
2021 | Flora & Ulysses | Phyllis Buckman |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.