Dengdar
From Wikipedia, the free encyclopedia
Dengdar (li gorî hin zimannasan wekî bêdeng û bêdenganî [1] jî tê naskirin), di dengnasiya bilêvkirinê da, dengekî axivtinê ye ko bi girtina tivav an nîveşkan ya riya deng a jorîn dihêt bêjkirin. Riya deng a jorîn derên jorî ya qirqirik anko hencereyê vedigirit. Bervajî dengdaran dengdêr in.
Hema bibêje di hemî zimanên cîhanê da hijmara dengdaran ji dengdêran zêdetir e. Dengên mîna Ş, Ç, R, K û P'ê di zimanê kurdî da dengdar in. Dengên mîna Î, Ê, O jî dengdêr in.