Lîstikvana alman From Wikipedia, the free encyclopedia
Diane Kruger (jdb. 15ê hezîrana 1976an li Algermissen, Saksonya Jêrîn, Almanyaya Rojava), lîstikvaneke alman û amerîkî û modela berê ya modeyê (stîl) ye. Bi destpêka kariyera xwe re Kruger li çar aliyê cîhanê hatiye naskirin û li Festîvala Fîlman a Cannesê Xelata Trophée Chopard wergirtiye. Diane Kruger, di kariyera xwe ya lîstikvaniyê de bi giranî di fîlmên bi zimanê îngilîzî û fransî de rol wergirtiye. Her wiha wê wekî dedektîf Sonya Cross di rêzefîlma drama sûc a FX The Bridge (2013–14) rol wergirtiye. Di sala 2017an de, bi fîlma Fatih Akin, a In the Fade yekem rola xwe yê bi zimanê almanî wergirtiye û bi vî fîlmê despêkek baş bi dest xistiye. Kruger, li Festîvala Fîlman a Cannesê xelata lîstikvana Jin a herî baş wergirtiye.
Diane Kruger | |
---|---|
Jidayikbûn | Diane Heidkrüger 15ê hezîrana 1976an (48 salî) |
Hevwelatî | Almanya |
Pîşe | Aktrîs , model |
Salên çalak | 1992–niha |
Hevjîn | Guillaume Canet (zw. 2001; cdb. 2006) |
Partner | Joshua Jackson (2006–2016) Norman Reedus 2016–niha |
Zarok | 1 |
biguhêre |
Diane Heidkrüger di 15ê tîrmeha sala 1976an de li Algermissen, Almanyaya Rojava, li nêzîkî Hildesheimê, wekî keça pisporê komputerê Hans-Heinrich Heidkrüger û hevjîna wî, Maria-Theresa, ku karmenda bankê bû hate dinyayê.[1][2] Diane, bi baweriya Katolîk a Romayê mezin bû û beşdarî perwerdeya dibistana Katolîk bûye.[3] Wê diyar kiriye ku ji aliyê dapîra xwe ve polon e.[4]
Diane Kruger zarokatiya xwe bi birayê xwe yê biçûk bi navê Stefan li Almanyaya Rojava derbas kiriye. Di ciwaniya wê de jibo îngilîzî ya wê baştir be, dayika wê wê şandiye bernameyên pevguhertina xwendekaran.[5] Di zarokatiya xwe de, Kruger dixwest ku bibe balerîn û bi serketî li Dibistana Baletê ya Royalê li Londonê perwerdehîya xwe dewam kir lê jiber seqetiya çokê xwe kariyera xwe ya baletê bi dawî kir.[6]
Piştre Kruger çû Parîsê û wek model dest bi karê xwe kir û li Parîsê dest bi fêrbûna zimanê fransî kiriye.
Di sala 1993an de, Kruger di Elite Model Look de Almanyayê temsîl kir û piştî vî temsîl kirine dest bi karê modeliyê kir.[7] Her çend bejna wê ya ji bo modelek hindik be jî, wê bi awayekî baş karê modeltiyê kir ku jibo rezervanên wekî reklamên Yves Saint Laurent, Chanel, Salvatore Ferragamo, Giorgio Armani, Jil Sander, Christian Dior, Burberry û Louis Vuitton karê modeltiyê kiriye. Ji Marc Jacobs, D&G û Sonia Rykiel û her weha wêneyên li ser bergê Vogue Paris, Marie Claire û Cosmopolitan re bû wêneya berga destpêkê.[8]
Piştî biryar da ku bibe lîstikvan wê gav bi gav dest ji modeltiyê berda.piştî ku biryar da ku kariyera lîstikvaniyê bişopîne.
Kruger bi lîstikvaniyê re eleqedar bû û li Cours Florent perwerdeya lîstikvaniyê wergirt. Wê di sala 2002an de li hemberî Dennis Hopper û Christopher Lambert di The Piano Player, fîlmek televîzyonê ya Jean-Pierre Roux de rola xwe ya yekem a fîlmê wergirtiye. Di heman salê de, wê di debuta derhêneriya hevjîn a xwe yê wê demê Mon Idole de jî lîst. Di sala 2003an de di lîstika Michel Vaillant û Lisa li Wicker Park (2004) de rola bi navê Julie Wood bi Josh Hartnett û Rose Byrne re lîst. Yek ji rolên wê yên payebilindtir heta roja îro ew e ku rola bi navê Helen of Sparta (Helena Spartayê) di destana Troya ya Wolfgang Petersen de ye. Di sala 2004an de, Kruger bi Nicolas Cage û Sean Bean (ku bi wê re li Troyê hev-lîstivan bû) di fîlma National Treasure de lîst, di fîlmên Joyeux Noël (2005) û Copying Beethoven (2006) de derket.
Kruger bû mêvandarê merasîmên vekirin û girtinê ya Festîvala Fîlman a Cannesê a sala 2007an.[9] Di sala 2008an de bûye endamê juriyê ya 58emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê. Di sala 2009an de, wê di fîlmê Quentin Tarantino ya Inglourious Basterds de, wekî lîstikvanek alman ku dibe sîxurê hevalbendan, bi hev re lîst. Di kanûna sala 2009an de, wê berendamiya xwe ya 67emîn Xelatên Kûreya Zêrîn ragihand û di heman demê de ji bo rola xwe di Inglourious Basterds de ji Koma Lîstikvanên Screenê ji bo Lîstikvana Piştgiriya Herî Baş û Performansa Berbiçav ji hêla Cast of a Motion de berendam hate hilbijartin.
Kruger di sala 2004an de di kovara People's di nava "50 Kesên Herî Bedew Li Cîhanê" cih digire û du caran di lîsteya Maxim "Hot 100" de derketiye: di sala 2005an de di rêza 50an de û di sala 2009an de di rêza 88an de cih girtiye.[10][11] Di sala 2010an de di lîsteya AskMen ya "Rêza 99 Jinan" de jî di rêza 83 de cih digire.
Kruger balyozê brandê ye ji bo hilberînerê demjimêrên Swîsreyî Jaeger-LeCoultre e.[12] Di kanûn sala 2009an de wekî "berdevkê modela" cîhanî ya L'Oréal hate ragihandin. Di gulana sala 2010an de hate ragihandin ku ew dibe rûyê herî dawî ji bo xeta bîhnxweş a herî nû ya Calvin Klein, Beautyê.
Kruger bi awayekî baş bi zimanê almanî, inglîzî û fransî diaxive. Wekî din, wê heşt salan di dibistanê de latînî xwendiye, lê zimanê latînî baş nizane.[13] Di salan 2013an de bûye hemwelatiya Amerîkayê.[14] Kruger diyar kiriye ku tirsa wê ji hespan heye û di ti fîlmên ku hewce dike li hespan siwar bibe yan jî pê re têkilî daynin cih nagire û da zanîn ku ji ber vê yekê çend caran dev ji rola xwe berdaye. Tirsa wê ji ber ku berê bi qezayî ji heywanan ketiye xarê tê.[15]
Di sala 1999an de, wê dest bi hevdîtina bi lîstikvan û derhênerê fransî Guillaume Canet kir û di 1ê îlona sala 2001an de zewicîn.[16] Herdûyan di Joyeux Noël (2005) de bi hev re rol werdigirtin û di sala 2006an de ji hev cuda bûn.[17] Kruger anî ziman jiber ku kariyera wan ew li deverên cuda yên cîhanê dihêle, zewaca wan bi ser neket.[18]
Sal | Sernav | Rol | Ziman | Nîşe |
---|---|---|---|---|
2001 | Point de lendemain | Agnes | Fransî | Mijara kurt |
2002 | Duelles | Sabine | Beş: "Mauvaise conduite" | |
The Piano Player | Erika Nile | Înglîzî | Sernavê amerîkî: The Target[19] | |
Not For, or Against (Quite the Contrary) | A call girl | Fransî | Sernavê fransî: Ni pour, ni contre (bien au contraire) | |
Mon Idole | Clara Broustal | Sernavê înglîzî: Whatever You Say | ||
2003 | Michel Vaillant | Julie Wood | ||
2004 | Troy | Helenê | Înglîzî | |
Wicker Park | Lisa | |||
Narco | La fille du night-club | Fransî | ||
National Treasure | Abigail Chase | Înglîzî | ||
2005 | Joyeux Noël | Anna Sørensen | Fransî, Înglîzî, Almanî |
|
Frankie | Frankie | Fransî | ||
2006 | Les Brigades du Tigre | Constance Radetsky | Sernavê înglîzî: The Tiger Brigades | |
Copying Beethoven | Anna Holtz | Înglîzî | ||
2007 | Goodbye Bafana | Gloria Gregory | ||
Days of Darkness | Véronica Star | Fransî | Sernavê înglîzî: L'Âge des ténèbres | |
The Hunting Party | Mirjana | Înglîzî | ||
National Treasure: Book of Secrets | Abigail Chase | |||
2008 | Anything for Her | Lisa | Fransî | |
2009 | Inglourious Basterds | Bridget von Hammersmark | Înglîzî, Fransî, Almanî | |
Mr. Nobody | Anna | Înglîzî | ||
Farewell | Femme jogging | Fransî | Sernavê fransî: L'Affaire Farewell | |
2010 | Inhale | Diane Stanton | Înglîzî | |
Lily Sometimes | Clara | Fransî | Sernavê fransî: Pieds nus sur les limaces | |
2011 | Unknown | Gina | Înglîzî | |
Forces spéciales | Elsa | Fransî | Sernavê înglîzî: Special Forces | |
2012 | Farewell, My Queen | Queen Marie Antoinette | Sernavê fransî: Les adieux à la Reine | |
Un plan parfait | Isabelle | Sernavê înglîzî: A Perfect Plan / Fly Me to the Moon | ||
2013 | The Host | The Seeker/Lacey | Înglîzî | |
Me, Myself and Mum | Ingeborg | Fransî | Sernavê fransî: Les Garçons et Guillaume, à table! | |
The Galapagos Affair: Satan Came to Eden | Margret Wittmer | Înglîzî | Çîrok / Deng | |
2014 | The Better Angels | Sarah Bush Lincoln | ||
2015 | Fathers and Daughters | Elizabeth | ||
Disorder | Jessie | Fransî | ||
Sky | Romy | Înglîzî | ||
2016 | The Infiltrator | Kathy Ertz | ||
2017 | In the Fade | Katja Sekerci | Almanî | Sernavê almanî: Aus dem Nichts |
All That Divides Us | Julia Keller | Fransî | ||
2018 | JT LeRoy | Eva | Înglîzî | |
Welcome to Marwen | Deja Thoris | |||
2019 | The Operative | Rachel | ||
QT8: The First Eight | Herself | Belgefîlm[20] | ||
2022 | The 355 | Marie Schmidt | ||
TBA | Marlowe | Clare Cavendish | Di asta çêkirinê de ye | |
TBA | Joika | Tatiyana Volkova | Di asta çêkirinê de ye |
Sal | Sernav | Rol | Ziman | Nîşe |
---|---|---|---|---|
2010 | Fringe | Miranda Greene | Înglîzî | Beş: "Olivia. In the Lab. With the Revolver" |
2013–2014 | The Bridge | Detective Sonya Cross | Înglîzî | Rola sereke |
2022 | Swimming with Sharks | Joyce Holt | Înglîzî | Rola sereke |
Sal | Xelat | Kategorî | Karê berendamiyê | Encam |
---|---|---|---|---|
2003 | Festîvala Fîlman a Cannesê[21] | Chopard Trophy ji bo Peyxama Jinê | N/A | Qezencbûyî |
2004 | Xelata Bambi[22] | N/A | N/A | Qezencbûyî |
Xelata Saturn | Herî Baştirîn Lîstikvana Piştgiriyê | National Treasure | Berendamî | |
2007 | Teen Choice Awards | Hilbijartina Lîstikvanê Fîlmê - Çalakî, Serpêhatî | National Treasure: Book of Secrets | Berendamî |
2009 | Broadcast Film Critics Association | Best Cast | Inglourious Basterds | Qezencbûyî |
Civata Rexnegirên Fîlman a San Diegoyê | Best Cast | Qezencbûyî | ||
Xelata Saturn | Herî Baştirîn Lîstikvana Piştgiriyê | Berendamî | ||
Online Film Critics Society | Herî Baştirîn Lîstikvana Piştgiriyê | Berendamî | ||
2010 | Screen Actors Guild Awards | Performansa Berbiçav ji hêla Lîstikvanek Di Wêneyek Motion de | Qezencbûyî | |
Screen Actors Guild Awards | Performansa Berbiçav ji hêla Lîstikvanek Jin a Di Rola Piştgiriyê de | Berendamî | ||
2013 | Festîvala Fîlman a Newport Beach ê[23] | Lîstikvana Herî Baş | Un plan parfait | Qezencbûyî |
2015 | Xelatên Elle Style | Lîstikvana Fîlm a Herî Baş | N/A | Qezencbûyî |
2017 | Festîvala Fîlman a Cannesê | Lîstikvana Herî Baş | In the Fade | Qezencbûyî |
Xelatên Satellite | Lîstikvana Herî Baş - Fîlmê Sînemayê | Qezencbûyî [lower-alpha 1] | ||
2018 | Xelata Filman a Almanyayê | Lîstikvana Herî Baş | In the Fade | Berendamî |
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.