![cover image](https://wikiwandv2-19431.kxcdn.com/_next/image?url=https://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/e/e5/Turkey_adm_location_map.svg/langku-640px-Turkey_adm_location_map.svg.png&w=640&q=50)
Erxewan
From Wikipedia, the free encyclopedia
Erxewan, anku Arxawun, an jî Tahir[2] (bi tirkî: Arguvan) yek ji navçeyên Melediyê ye. Nehiyek, şaredariyek, 46 gund, 4 tax û 73 mezre bi navçeyê ve girêdayî ne. Ew 64 km ji Melediyê dûr e. Firehiya erdê navçeyê 1.037 km² ye. Hejmara niştecihên navendê 2.730 (sal: 2000)[çavkanî hewce ye] û bi giştî jî 10.600 e. Şik heye ku hejmar zêdetir be. Lewra li herêmê gelek kesên ku kitim (netomarkirî) in hene.[çavkanî hewce ye] Dûgela Tirk gorî polîtîkaya xwe ya pişavtina kurdan, hemî stran û awazên kurdî yên herêmî wergerandine zimanê tirkî. Bi navê "Stranên Arguvanê" dizîn û firotina çanda kurdan berdewam e. Gelê herêmê bi zaraveyê kurmancî û tirkî diaxivin. Ji aliyê olî ve elewî û sunî ne.
Agahiyên Praktîk Navçeya Melediyê, Welat ...
Navçeya Melediyê | |
---|---|
Arguvan | |
Koordînat: 38°46′54″Bk 38°15′46″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Meledî |
Serbajar | Erxewan |
Hejmara nahiyeyan | 2 nahiye |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 45 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.037 km2 (400 sq mi) |
Bilindahî | 1.175 m (3855 ft) |
Nifûs (2009) | 8.549 [1] |
• Berbelavî | 8,24/km2 (21,3/sq mi) |
• Serbajar (2009) | 1.941 |
Koda postayê | 44960 |
Koda telefonê | (+90) 422 |
![]() | |
biguhêre![]() |
Bigre