Bajarekî Tirkiye From Wikipedia, the free encyclopedia
Ezirgan an Erzingan (bi tirki: Erzincan) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye.
Ezirgan | |
---|---|
Bajar | |
Erzincan | |
Koordînat: 39°44′48″Bk 39°29′27″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Ezirgan |
Serbajar | Ezirgan |
Hejmara nahiyeyan | 3 nahiye |
Hejmara bajarokan | 15 bajarok |
Hejmara gundan | 64 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.622 km2 (626 sq mi) |
Bilindahî | 1.210 m (3970 ft) |
Nifûs (2009) | 137.569[1] |
• Berbelavî | 84,8/km2 (220/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 90.100 |
Koda telefonê | (+90) 446 |
biguhêre |
Navê bajêr yê kevn di çavkanîyên Asûriyan de wek Suhma derbas dibe. Navê Erzinganê ji Erîza tê, ku bajarêk kevn bu li herêmê. Dema Selçûqiyan de navê bajar bûye Erzingan.
Berî Îsa(zayîn)
Piştî Îsa (zayîn)
Bajar di nav parelelên 39° 02´ û 40° 05´ bakûr û merîdyenên 38° 16´ û 40° 45´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Giresûnê û Gumuşxane ve (Tirkiye), li rojava bi Sêwas ve, li başur bi Meletî û Dêrsimê ve û li rojhilat jî bi Erziromê ve tê girêden.
Pîvana erda bajêr 11.903 km² ye. Ji vî erdî % 59,6 wî ji çiyan, % 8,6 ji deştan, % 5,4 ji zozanan û % 26,4 jî ji platoyan pêk tên. Li herêmê fasûlye, çewdêr, tene, kixsên þekir û patatês tên çandin.
Îklimek reþayî û sar li herêmê heye. Zivistanan sar û þillî û þilopî, havînan jî hênik derbas dibe.
Çiyayê herî bilind yê herêmê, Çiyayê Keşîş (3537m) e. Katirtepe (3300 m), Mercan (3449), Çal (3300 m) û kismek ji çiyayê Mûnzûrê jî dikeve nav herêma Erzinganê.
Deşta Erzînganê; Bilindbûna wî ji behrê 1218 m û dirêjbûna wî jî 40 km ye. mezinbûna deþtê 500 km² ye. Deþt di navbera çiyayê Mûnzûr, Keþîþ, Spîkor û Sîpyam de ye.
Deşta Miyadîn; Li dora Çemêreş e, mezinbûna wî 180 km² ye.
Zozanên herêmê li ser çiyayên Mûnzûr û Koþan bela dibin. Li rojavayê Erzinganê li ser Çiyayê sipî, zozanên Takkuran û Tahsullu jî hene.
Çemê feradê çemê herî mezin e li herêmê. Piraniya çavkaniyên þaxên Feradê ji çiyayên dora Erzinganê dertên. Wek; Çemêreþ, Mîran, Mercan, Cîmîn, Pahnîh û Surperen hinek ji wanin. Li herêmê golên mezin tunene, lê li hinek deveran çend golên biçûk hene; wek Soganli, Aygir.
Herêm ji bo nêçira heywanan musaîd e. Bizinên ser çiyan, Semasî (darbir), kûze, xezal, berazên kovî û kewroþk yên pirin ku li herêmê peyde dibin.
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Подтесово (Sinugboanon)
Çavkanî: Rarasdasce |
Подтесово (Cebuano) | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Diyagrama avûhewa | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Подтесово (Cebuano)
Çavkanî: Rarasdasce |
Tevahî sermijar herêmê (tevlî gundan) 219.996 e.
Li herêmê pirtir krom ji bin erdê dertê. Hesin, mangenez, asbest, perlit û linyit ji madenên dinin, ku ji bin erdê dertên.
Şelala Girlevik 29 km li başûrê rojava yê bajar e. Avgermên; Poyuk, Otlukbelî, Horhor jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Li çiyayên Mûnzûrê îmkanên ji bo sporên zivistanê jî hene. Kela Kemahê, dêrên kevn û tirbên herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
Sermijare herêmê ji Misilmanên Zerdeştîtî/Êzdîtî ango (Elewî) û Sûnnî pêk tê. Bandora seyîddî û pîrîtî pir xurt e di nav gel de. Kurd (Kurmanc û Zazakî) û Tirk civaka herêmê teşkîl dikin.
Li herêmê pirtirîn xwarinên ku ji genim çêdibin tên xwarin.
Kirdo; Dew, qavûrme û bulxur bi hevre heta bulxur bikele di beroþek de tê kelandin. Bi ser de rûnê sorkirî û baharat tê reþandin û tê xwarin.
Tirşika gah (sêwê zuhakirî) Fasûlye û goþt bi hevre tên kelandin. Gah, pîvaz û xwê bi ser dibe û tê kelandin.
Keleco, lepe dugurcuk û Aþtarxane xwarinên din yên herêmê ne.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.