Girava Rishiri
Giraveke Deryaya Japon / From Wikipedia, the free encyclopedia
Girava Rishiri, (bi zimanê japonî: 利尻島, Rishiri-tō) giraveke bilind e li Deryaya Japon e ku ser li nêzîkî peravên Hokkaido ya Japonê ye. Girav ji hêla îdarî ve beşek ji prefektureya Hokkaido ye û di navbera du bajarokên de wekî Rishiri û Rishirifuji hatiye dabeş kirin. Girav ji lûtkeya volkanîkî ya vemirî û ji konî ya Çiyayê Rishiri pêk tê.[1] Girava Rishiri bi Girava Rebun û qada peravê ya Deşta Sarobetsu, Parka Neteweyî ya Rishiri-Rebun-Sarobetsu pêk tînin. Pîşesaziyên sereke yên Rishiri turîzm û masîgirî ye. Dirêjahiya perava Rishiri 63 kîlomêtre ye û rûerda wî 183 kîlomêtre çarçik erd werdigire.[2]
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (kanûna paşîn 2024) |
Agahiyên Praktîk Dewlet, Li beşa îdarî ...
Girava Rishiri | |
---|---|
Girava Rishiri li ser nexşeyê | |
Koordînat: 45°11′31″Bk 141°13′21″Rh | |
Dewlet | Japon |
Li beşa îdarî | |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 182.08 km2 (7030 sq mi) |
Nifûs | 5593 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bigre