Kurdên Awistiryayê
Gotara Kurdên li Awistiryayê / From Wikipedia, the free encyclopedia
Kurdên Awistiryayê (bi almanî; Kurden in Österreich, Österreichische Kurden an jî Österreich-Kurden, zaraveyê awistirî; Kurd‘n in Östareich) kurdên etnîkî ne ku xwedî welatînameya Awistiryayê ne yan jî li welatê Awistiryayê dijîn. Kurd li seranserê welêt bi cî bûne, kêmîneya herî mezin jî li paytextê Viyanayê ye ku enstîtuya çanda kurdî ya herî mezin li Awistiryayê tê de ye. Enstîtuyên din ên ku kurd birêve dibin li bajarên Graz, Linz, Sulzburg, Innsbruck, Bregenz, Klagenfurt û St. Pölten in. Li aliyê saziyên biçûk ve li seranserê welêt belav bûne. Kurdên navdar a yekem li Awistiryayê ya sedsala 20an helbestvan Cahit Sıtkı Tarancı bû ku li Viyanayê dijî. Herwiha, fermandar û şoreşgerê kurd Ebdurehman Qasimlo di sala 1967an ji Îranê koçeriya Awistiryayê kir û heya mirinê li Viyanayê jiya.
Gelhe tevahî | |
---|---|
100.000[1] (2016) | |
Herêmên ku lê şêniyên sereke ne | |
Viyana | 15.000 - 29.000 |
Ziman | |
Zimanê dayîkê Kurdî, Zimanên din Tirkî, Erebî, Farisî, Almanî | |
Baweriya dînî | |
Îslam (Şiîtî, Sunîtî) Zerdeştî, Bê Bawerî, Xiristiyanî | |
Têkildarên komên etnîkî | |
Ariyan (Taliş, Peştûn, Pars) |
Piraniya kurdan ji Bakurê Kurdistanê ji herêmên wekî Dîlok, Riha, Amed, Mêrdîn, Şirnex, Qerekose, Semsûr, Dêrsim, Ezirgan, Bazarcix, Xarpêt, Mûş, Erzîrom an Sêwasê tên. Her wiha gelek ji Anatolya Navîn bi piranî ji bajar û parêzgehên Qonye, Axsere û Enqere ne.
Piştî Şerê navxweyî yê Sûriyê di sala 2011an de, hejmareke mezin ji koçberên kurd jî hatine Awistiryayê.
Ji Iraq û Îranê jî hindikahiyên kurd hene ku ji ber sedemên aborî û siyasî reviyane.