From Wikipedia, the free encyclopedia
Misirc (bi tirkî: Kurtalan) navçeyek ji navçeyên Sêrtê ye, li Bakurê Kurdistanê li Deşta Xerzan dimîne û cihê xwe li quntara çiyayê Gurdilan vegirtiye, ji eşîra Pencînaran re jî wek paytext tê hesibandin. Tirkan navê Kurtalan lê daniye. Ango Qada Kurdan.
Misirc | |
---|---|
Kurtalan | |
Koordînat: 37°55′35″Bk 41°42′4″Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Sêrt (parêzgeh) |
Serbajar | Misirc |
Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
Hejmara gundan | 52 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.005 km2 (388 sq mi) |
Bilindahî | 700 m (2300 ft) |
Nifûs (2008) | 56.282[1] |
• Berbelavî | 56/km2 (150/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 28.004 |
Koda postayê | 56500 |
Koda telefonê | (+90) 484 |
biguhêre |
Navê Kurtalan ji navê wî çiyayê ku dibêjinê "Gurdilan" hatiye girtin. Ev çiya biştî rûxandina Şoreşa 1925an, Dewleta Tirk bi temamî daye erebekî sêrtî û navê wî jî daniye "Mîrê Gurdilan" lê piştî çend salan zilamê ku Mîr bûye, nikaribûye gundên kurdan li hev rabigire, dest jê berdaye û çûye. Li ser Mîr meselokek jî di nava xelkê de heye, dibêjin: "Mîrê Gurdilan, fitilî li qaçilan."
Çiyayê Gurdilan, pir xweşîk e û xwe ji herêmê re kiriye mîna sîber û tabî. Piraniya her heft gunden eşîra Gurdilan u gundên her heft bavikên eşîra Pencînaran li vî çiyayi dimînin û 15-20 gundên wan jî li deştê ne. Gundên wisa xweş, avî, bi dar û fêkî hene ku heta ketine gotinên Pêşiyan, weke: "Eynik û Eyndar, Bêkend û Minar, xweştir in ji textê xwendkar" hatiye gotin. Navê "Gurdilan" tê wateya cihê kurdan u te wateya kesen wek şeran. Kesên ku li vê herêmê dijîn wek "Gurdilî" têne bi navkirin.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.