Nadiye Murad
From Wikipedia, the free encyclopedia
Nadiye Murad Besê Taha, wekî Nadia Murad Basee Taha[1] an bi tenê Nadia Murad jî tê naskirin (jdb. 1993 li gundê Koço, Şingal, Başûrê Irakê), keçekê êzîdî ye. Piştî ku ji destê DAIŞê hate xilaskirin, ji wir û pê ve ji bo parastina mafên mirovan kar dike.[2]
Agahiyên Praktîk Jidayikbûn, Hevwelatî ...
Nadiye Murad | |
---|---|
Jidayikbûn | 1993 gundê Koço, Şingal |
Hevwelatî | Iraqî |
Dîn | Êzdîtî |
Xelat | Nobel |
biguhêre |
Bigre
Wek xilaskiriyeke ji komkujiya DAIŞê ya dijî êzdiyan a di sala 2014ê de, ew di îlonê 2016ê de ji aliyê Yekbûyên Netewan (UNODC) ve wek yekemîn "balyoza taybet a ji bo rûmeta xilaskiriyên bazarkariya mirovan" hate hilbijartin.[3][4]
Di sala 2018ê de Murad, digel Denis Mukwege Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt[5]