Orşelîm
From Wikipedia, the free encyclopedia
Orşelîm (bi îbranî: יְרוּשָׁלַיִם, lat. Yerushaláyim; bi zimanê misrî yê kevin Ruşalimum; bi zimanê yewnanî ê kevin Hiyerosolyma [çavkanî hewce ye]) bajarekî rojavayê Asyayê ye Li ser deştek li çiyayiyên di navbera Deryaya Navîn û Deryaya Mirî de ye. Orşelîm yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye û ji bo sê dînên sereke yên îbrahîmî: Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamê wekî bajarekî pîroz tê binavkirin. Orşelîm paytextê kevnê welatê Îsraêlê ye ji serdemê Şah Dawidî.
Orşelîm
| |
---|---|
Bajar, bajarê pîroz ê dînên Brahîmî, bajarê herî mezin, tourist destination, bajarê mezin, bajarê romayî û bajarê kevnare | |
ירושלים | |
Navê(n) din: | |
Orşelîm li ser nexşeyê | |
Koordînat: 31°47′Bk 35°13′Rh | |
Welat | Îsraêl |
Îdîakirin | Îsraêl |
Rêveberî | Îsraêl |
Navçe | Navçeyên Orşelîmê |
Wîlayet | Wîlayetên Orşelîmê |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 4 millennium b.z. |
Sûrên bajarê kevn | 1541 |
Şerê Orşelîmê | 18'ê Pûşperê 1948 |
Jinûve Yekbûn | 7'ê Pûşperê 1967 |
Qanûna Orşelîmê | 30'ê Tîrmehê 1980 |
Îdarî | |
• Cure | Encûmena Şaredariyê |
• Encumen | Şaredariya Orşelîmê |
• Şaredar | Nir Barkat |
• Şaredarê Filistînê | Zaki al-Ghul |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 125.156 dunams (125,42 km2 or 4842 sq mi) |
• Metropol | 652.000 dunams (652 km2 or 252 sq mi) |
Bilindahî | 754 m (2474 ft) |
Nifûs | 936.425 (2019) |
Demonîm | orşelîmî, qudsî |
Etnîkî (2016)[2] | |
• Cihû | 64% |
• Ereb | 35% |
Dem | UTC+3 () |
Koda telefonê | +972-2 |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Di dema Îbrahîm de Melkîsedek li Orşelîmê padîşah û kahîn bû (Destpêkirin 14:18).
Wek ku ji "Nameyên el-Amarnayê" kifş dibe [çavkanî hewce ye], Orşelîm di sedsaliya 14'an berî zayînê de, di destê misriyan de bû.
Piştî misriyan û heta dema Dawid padîşah, bajar di destê yêbûsiyan de ma[çavkanî hewce ye]. Di sala 1000 berî zayînê Dawid Orşelîm vegirt (Samûêl II, 5:6-10) û kir peytexta xwe û kurên xwe. Ev wilo ma heta ku 587 berî zatînê padîşahê babîloniyan Nebûkadnesar êrîşî Orşelîmê kir û bajar ket destê wî.
537 berî zayînê padîşahê farisan Kîros destûr da cihûyan ku ji Babîlê vegerin cihê xwe û peytexta xwe dîsa ava bikin.
Di sala 70'ê berî zayînê serleşkerê romayî Tîtus bi artêşa xwe ve Orşelîm vegirt, şûreyên bajêr hilweşandin û gelek xanî jî xera kirin.
Di serîhildana Bar Koxba de (132 piştî zayînê) artêşa romayiyan careke din ket Orşelîmê û hemû cihû hatin sirgûnkirin; hingê romayiyan jî navê bajêr danî Eliya Kapîtolîna[çavkanî hewce ye]. Bi vê yekê dixwestin ji pûtekî wan ê bi navê "Yûpiter Kapîtolînus" re hurmetê bikin.
638 piştî zayînê misilman ketin Orşelîmê û navê bajêr kirin Quds, yanî "pîroz"[çavkanî hewce ye].