Pêjgeha kurdî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Pêjgeha kurd, aşpêjxaneya kurdî, kulîna kurdî, metbexî kurdî, xwarinên kurdî ji cure û dewlemendiya xwarinên kurdî re tê gotin.
Kurdistan mîratgirê şarezayiyên mezin e. Med, urartû, hurrî, sasanî, rom û gelekan bandora xwe hîştine. Mezopotamya ku parek axa Kurdistanê jî dikevê, wekî landika, dergûşiya mirovahiyê tê zanîn. Cara pêşîn li vir ajal hatine kedîkirin, mirovahî fêrî bikaranîna alavên jiyanê hêsantir dikin û cotyariyê bûne.
Di xwarinên kurdî de pincarên biharê, berhemên şîr, savar, sebze û goşt cihekê girîng digirin. Bi dehan cureyên kufteyê tên xwarin. Bi taybetî parêzgehên herêma Tolhildanê, Meledî, Gurgum, Dîlok ji aliyê çêkirina kufteyan ve gelek navdar in.
Li Kurdistanê herwiha suryanî, ereb, terekeme, tirkoman jî dijîn. Dewlemendiya çanda wan a xwarinê jî tevlî ya kurdan bûye. Cure cure xwarinên sebzeyê, bi cure cure nanan tê xwarin. Seleteyên kurdî pirranî ji arûf (xiyar), fringî (bacanê sor), pîvaza heşîn, bexdenûs, kahû û biharbêhnan (biharat) e.
Taştêyên kurdî jî gelek dewlemend in. Hingiv, toraq, cureyên penîran, hêk, zeytûn, fêkî xwarinên bingehîn ên taştêyê ne. Bo vexwarinê jî pirranî çaya reş tê ser destexaneya kurdî.