Portal:Dîrok
From Wikipedia, the free encyclopedia
Portala Dîrokê
Herodot (nêzîkî 484 b.z — nêzîkî 425 b.z.), gelek caran wek "bavê dîrokê" tê nasîn
Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên dîrokê yekî din nîşan bide
- Image 1Mihemedê Eliyê Unis (bi tirkî: Mehmet Ali Yunus), wekî gelek pêşîvanê kurd, mêrxasekî di dîroka nivîsandî de, bi layiqî ne qeyd kiriye. Destana ku di şerrê çîyayê Qabilcewzê da afirandiye nehatiye nivîsandin. Komkuji û dijwariyên bi serê wan de hatine di qeydên dewletê yê eşkere de derbas nabin. Bi kurtayî dewlet navê wê qirkirinê danîye “hereketa tedîp, tenkîl û pakişkirinê.” Lê belê serpêhatiyên wan wekî piringekî agir tim li ser dil û cigerê malbata wî pê dikeve. (Gotarê bixwîne...)
- Image 2Şeqaqî yek ji êlên esilkurd, ên azerîaxiv e. Ev êl a ku aliye olê de şiî ye, niha li hemû cografiya azerîaxiv a li Îranê belavbûye. Herwiha li Filistîn jî malbateke bi navê Şeqaq heye, mumkun e ku pewêndiya wan bi vê êlê re hebe. (Gotarê bixwîne...)
- Image 3Salih Begê Hênî (jdb. 1868/1869 - 29ê hezîrana 1925an li Amedê) zana, olnas, helbestvan, siyasetmedar û pêşawayekî kurdan bû. Bi tevî Şêx Seîd, 47 kes ji aliyê kemalîstan ve tên dardekirin. (Gotarê bixwîne...)
- Image 4
Yewnanistana kevnare, Yewnanistana kevn heyameke dîroka Yewnanistanê ye, ku nêzîk neh sedsalan vekêşa bû. Bi giştî wesa dihête hesibandin, ku Yewnanistana Kevn bingehê hemî bajarwarî anko şaristaniya Cîhana Rojava bit. Kultura Yewnanistana Kevn (helenîzm) gelek li ser Împeratoriya Romayê bandordar xwe kiriye. Împeratoriya Romayê jî guhartoyeke wê ferhengê li tevaya Ewropayê belav kir. Bandora Yewnanistana Kevn bi kûrî li ser ziman û siyaset û zanist û felsefe û sistema perwerdeya Ewropayê hebûye. Vegeriyana li wê ferhengê bû sedema destpêbûna Ronesansê.[çavkanî hewce ye] (Gotarê bixwîne...) - Image 6
Medreseya Sor, cihekî dîrokî û kevnare li Cizîra Botan e.
Medreseya Sor ji aliyê Mîr Şerefdîn Duyem ve hatiye avakirin. Emîr Şerefê Duyem ê kurê Emîr Bedredînê kurê Emîr Şerefê Yekem ê kurê Emîr Alî Begê kurê Mecdedîn e. Cizîr, 1475'an de ketiye bin destê Aqoyunîyan de. Di wî demî de Mîrên Cizîrê tevde hatine sirgûn kirin, gelek ji wan jî hatine kûştin. Emîr Şerefê Duyem ê kurê Emîr Bedredîn bi alîkariya gelê Botan 1508'an de dîsa Cizîr vegirtiye.
Avahiya Medreseya Sor bi mîmariya xwe ji cûreyên medreseyên hewşa wan vekiriye. Di nava gel de bi “Medresa Sor” tê navkirin. Medreseya Sor, li roj avayê Cizîrê li ser sûrhê hatiye avakirin. Ji ber ko bi pirnî bi toxlayên sor hatiye avakirin ji wê re “Medreseya Sor” hatiye gotin. Ji bo ketina malde li pêşiya deriyê wê yê ji derve 4 derincên bi kevir hatiye çêkirin. Medrese ji aliyê rojhilat ve 18,95 m ji erdê bilind e, bes binetara wê jî 1,10 m ji erdê bilindtir hatiye danîn. Aliyê wê yê başûr bi sê eywan e û mizgefta medreseyê jî di wê beşê de ye. Tirbeya Mela Ehmedê Cizîrî li aliyê rojhilat yê mizgeftê ye. (Gotarê bixwîne...) - Image 7Almanyaya Rojhilat an jî Komara Demokratîk a Almanyayê (bi almanî: Deutsche Demokratische Republik - DDR) navê komara sosyalîsta Alman a ku di sala 1989´î de tevlî Komara Federal a Almanya bû ye.
DDR bi fermî ji 7'ê kewçêrê 1949'î heya 2'ê kewçêrê 1990'î berdewamkiriye. Wekî tê zanîn piştî têkçûna Almanyayê di Şerê Dinyayê yê II. de Almanya ji aliyê serkeftan ve tê dagirkirin. Li rojhilata Almanyayê parçê ku di bin dagirkirina YKSS´ê de dimîne, komarek sosyalîst tê damezrandin. DDR wisa dest bi jiyana xwe dike. (Gotarê bixwîne...) - Image 8
Împeratoriya Romê ya Rojava împeratoriya paş Împeratoriya Romê re li rojava dewam kirî bû. Ew di 395an, pê împeratorî Roma Theodosius I împeratorî navbera du lawên xwe Honorius(rojava) û Arcadius(rojhilat) de kire du paran re saz bû û di 476an de jî hilweşî bû. Lê hin sala hilwaşî bûna împeratorî wek 568an dibînin.
Împeratorê Romê ya Rojavayî pêşin lawê Theodosius Iî biçûk Honorius bû. Dema Honorius de bi Koça Qoman re êrîşayên Vandalanê Roma dest pê kir. Kênge êrîşên Vandalan dest pê kir Honorius di 402an de paytext ji Revenna de bire Milan e. (Gotarê bixwîne...) - Image 9Prûsya (bi prûsiya kevn: Prūsa; bi latînî: Borussia, Prutenia; lîtvanî: Prūsija; polonî: Prusy; almanî: Preußen) herêmeke dîrokî ye ku bi sedsalan bandora xwe li ser dîroka almanan û Ewropayê kiriye. Paytexta Prûsyaya dawî Berlîn bû. Prûsya di sedsalên hejdeh û nozdehan de demên xwe yên mezintirîn û herî bihêz borand. Di sedsala hejdehan de di bin hikûmdariya Friedrich II yê Mezin de bû hêzeke gewre li Ewropayê. (Gotarê bixwîne...)
- Image 10
Peymana Seedabadê an jî Pakta Seedabadê, pakta ku li rojhilat weke peymaneke ku piştî muhrkirina Peymana Lozanê de hatiye bestandin. Bi taybetî, di vê paktê de li ser pirsgirêka sînoran hate sekinin. Tirkiye, Îran, Îraq û Sûrî hatibû muhrkirin. Welatên din yên herêmê jî, tê gotin ku tevlê bûne. Lê bi teybetî van welatan qatkirina Kurdistanê di paktê de kiriye mijar û li ser sekinî ne. Berî paktê jî û piştî paktê jî serhildanên kurdan berdewam kirine.
Pakte Seedabadê, di 8 temuzê sala 1937'an de hate muhrkirin. Bi taybetî, di paktê de di çerçova pirsgirêka kurdan de bi hev re gav avêtin têkirin li bin muhrê de. Li gor paktê, wê welatan, li ber kurdan û serhildanên wan yên piştre ku bibin jî, wê bi hev re tevbigerihin. Bi vê yekê re, welatên endamê wê paktê, weke Tirkiye, Îran, Îraq û Sûrî li ser peymane Lozanê re rewşa ku ji wan re welatê ku afiriya bi "herêkirina serbixwebûna welatîtiya hevdû" re li hevdû herê dikin. Bi vê yekê re, weke pakte denezendina ji hevdû re serbixwebûna xwe ya jî. Ji ber "ku kurd, di serhildanê de hena, êdî di wê paktê de hatiye kifşkirin ku wê hertimî li ber kurdan û serhildanên wan, wê bi hev re gav biavêjin û tevbihgerihin". (Gotarê bixwîne...) - Image 11
Şaneder an jî Şanedir û Zewî Çemî Şaneder şûnewarin dîrokî ne li Başûrê Kurdistanê. Berî 80.000 salan mirovên neandertal tê de akincî bûn. Şaneder li qezaya Hewlêrê li navçeya Mêrgesorê ye.
Di navbera salên 1957 û 1961ê de şûnewarnasê (arkeologê) amerîkî Ralph Solecki û tîma xwe ya ji Zanîngeha Colombia di şikefta Şanederê de neh kakûtên neandertalî peyda kirin. Navên wan neh kakûtan danîn Şaneder 1 – Şaneder 9. (Gotarê bixwîne...) - Image 12Kortek, herêmeke ku li Başûrê Kurdistanê li herêma Qendîlê dimênê ye. Balafirên artêşa tirk di 21'ê tebaxê de devera Kortek a di navbera Qendîl û Ranyayê de bombebaran kir, di encamê de 4 jê zarok, jinek ducanî û bi giştî 7 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Pişte cenaze di 22'ê tebaxê de ji nexweşxaneya navçeya Ranya ya Silêmanî hate girtin û ji aliyê bi hezaran kes ve li gundê Golê hatin definkirin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rayedarên partiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê û hemû sazî û rêxistin Kurd ev êriş şermezar kirin. Her wiha rayedarên Herêma Kurdistanê mijar birin rojeva Ewrûpayê. (Gotarê bixwîne...) - Image 13
Menşewîkî (Rûsî: меньшевики, bi peyvî "Hindikeparêz") fraksîyoneka di Partiya Sosyal Demokratê Karkarên Rûsyayê bû. Ew li hembera fraksîyona Bolşewîkan û Lenin disekinî û wan bo sazkirina demokrasiya temsîlî, nimînî tekoşÎn dikir. (Gotarê bixwîne...) - Image 14Nîdîntu-Bêl (mirin: B.Z. 522) navê serhildêrekî babîlî bû ku di dema Daryûsê Mezin de li Babîlê serî hilda bû. Di nivîskên Bêstûnê de tê gotin ku navê bavê wî Kîn-Zêr. Herwiha weke Nebukadnezar III jî tê zanîn. Serhildana Nîdîntu-Bêl ji aliyê Daryûs ve têk diçe û ew tê kuştin. (Gotarê bixwîne...)
- Image 15Pênc Xanedan û Deh Şahî, yan Pênc Xanedan û Deh Keyanî, yan jî Pênc Xanedan û Deh Qiralî (çînî: 五代十国, Wǔ dài shí guó, 907 - 960) serdemeke dîrokî ya Çînê ye. Di sala 907an de Zhu Wen Xanedana Tang hilweşand û Xanedana Hou Ling damezrand. Bi vê bûyerê ev serdem dest pêkir. Di sala 960an de bi damezrandina Xanedana Song û yekkirina axa Çînê, ev serdem dawî bu.
Di vê serdemê da li bakurê Çînê xanedanên Hou Ling, Hou Tang, Hou Jin, Hou Han û Hou Zhou hatin damezrandin û hilweşîn. Di navîn û başûrê Çînê de, deh şahiyên (keyaniyên, qiraliyên) herêmî (五代, wǔ dài) hatin sazkirin û hilweşandin. (Gotarê bixwîne...)
Wêneyên bijartî
- Image 1Şerê cîhanî yê yekem
- Image 2Îhsan Nûrî Paşa û jina wî Yaşar Xanim
- Image 3Wênenîgariyeke Pirtûkxaneya Îskenderiyê
- Dîmenekê çandinî ya xelkê Misirê.
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 671 – Împeratora Japonyayê Tenji demjimêrek avê (clepsydra) yê bi navê Rokoku da nasîn. Ev aleta ku demê dipîve û saetê nîşan dide, li paytexta Ōtsu hate bicihkirin.
- 1329 – Şerê Pelekanonê yê di navbera Bîzans û Osmaniyan de bi têkçûna Împeratoriya Bîzansê bi dawî bû.
- 1916 – Serhildana ereban yê li dijî Osmaniyan ji aliyê Husên bin Elî (mîrê Mekkeyê) ve hate îlan kirin.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Norwêc radestî hêzên almanan bû.
- 1940 – Şerê Cîhanê yê Duyem: Îtalya ji Fransa û Qraliyeta Yekbûyî re şer îlan kir.
Jidayîkbûn
- 1915 – Saul Bellow, nivîskarek amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1973 – Matthias Strolz, siyasetmedarek nemsayî
Mirin
- B.Z. 323 – Îskenderê Mezin, keyê Makedonyayê
- 1836 – André-Marie Ampère, fîzîknas û matematîsyenek fransî
- 1949 – Sigrid Undset, nivîskar û wergêra norwêcî, xwediyê Xelata Nobelê