Portal:Dîrok
From Wikipedia, the free encyclopedia
Portala Dîrokê
Herodot (nêzîkî 484 b.z — nêzîkî 425 b.z.), gelek caran wek "bavê dîrokê" tê nasîn
Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên dîrokê yekî din nîşan bide
- Image 1Şara, weke xwûdayekî piçûk yê şer tê tefsîrkirin. Xwûdayekî ku ji bakûrê rojhilatê Urukê ku dike Ummayê ya. Di kêvalbaran de weke kurê Înanna (Îştar) jî tê ser ziman.
Di kurdîya î ro de jî hê jî gotina "şer", tê bikarhanîn. Gotina "şer, weke ku ji navê xwûdayê şer "şara" hatîya deranîn. (Gotarê bixwîne...) - Image 2Musa Kâzım Karabekir (jdb. 1882 li Stenbol - m. 26ê kanûna paşîn a 1948 li Enqere) hevalê nêzîk ê Mustafa Kemal Atatürk, generalê artêşa Osmanî, yek ji serokên Parlamena Tirkiyê, yek ji damezrênerên Terakkiperver Cumhuriyet Fırkası (Partiya Komara Pêşverû) ye.
Di dawiya Osmaniyan û damezrandina Komara Tirkiyê de xwedî cih û roleke girîng e. Tevlî hemî şerên Osmaniyan ên beriya têkçûnê dibe û têkiliyên Mustafa Kemal Atatürk û YKSSê birêvedibe. Piştî damezrandina komarê nakokî di navbera wî û Atatürk de derdikevin û hemî erk û peywirdariyên wî jê tê girtin. Heya bigire Atatürk qesta kuştina wî û nivîskarê sirûda neteweyî ya Tirkiyê Mehmet Akif Ersoy, Rafet Bele hwd gelekên ku berê hevalên Atatürk ên nêzîk bûn dike. (Gotarê bixwîne...) - Image 3
Med, Medî yan jî Medyayî (bi farisî ya kevin: 𐎶𐎠𐎭 Māda-), gelekî kurdên kevnar bûn ku bi zimanê medî axivîne û li welatê xwe yê ku wekê Medya hatiye binavkirin jiyan kirine. Medî nêzîkî sedsala 11an ê b.z. de li herêma çiyayî ya bakurê rojavayê Îranê (li Rojavaya Kurdistanê ya îro) û herêma bakurê rojhilat û rojhilatê Mezopotamyayê ku li herêma Hemedan (Ekbatana) bû bicih dibin. Tê bawer kirin ku kom bûna Medan di sedsala 8 ê berî zayînê de li Îranê pêk hatiye. Di sedsala 7 ê berî zayînê de, tevahiya rojavayê Îranê û hinek herêmên din di bin desthilatdariya Mediyan de bûn lê berfirehiya erdnîgariya wan ê di wê demê de bi awayek baş nayê zanîn. Axa Rojhilata Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê û başûrê Azerbaycanê wekê "Meda piçûk" û ji Çiyayê Zagrosê û cihên wê ye din re jî wekê "Meda mezin" hatiye binavkirin. Paytexta Medan bajêrê Ekbatanaê bû.
Mediyan kari ku, yekemîn Împeratoriya heri mezin a dema xwe ya îraniyan damezirînin, berî ku Kûruşê mezin împeratoriya Îraniyan bi têkeliya medî û persiyan damezirîtên. Rola mediyan ji ber wê yekê girîng e, ku sebeba desthilatiya îraniyan ser Rojavayê Asya bûn. (Gotarê bixwîne...) - Image 4
Selarî, Xanedana Selariyan jî eşîra Selariyan dewletek ava kirin e û di (Navşerê Arî/Navdema Arî) nav sedsalên duyem û dehemê de hikmê welatên Teron, Semîran Deylem û Azerbaycan, Arran û Ermenistanê dikirin, ku bi eslê xwe kurdên deylemî bûn (Gotarê bixwîne...) - Image 5Dîroka Rojhilatê Kurdistanê dîroka beşa Kurdistanê ya li Îranê de mayî dihundirîne.
Rojhilata Kurdistanê perçeke ji Kurdistan e ku di nav sînorê welatê Îran cih digre. Parêzgehên Kurdistan, Kirmanşah, Azerbaycana Rojava û Îlam dikevin nav wê deverê. Piraniya xelkê wê herêmê kurd in. (Gotarê bixwîne...) - Image 6Hegîr-Nuna (an jî Gangîr), Xwûdayake jin ku di mîtolojiya sûmerîyan de dijî ya. Hengîr-Nuna, yek ji wan heft keçên Bau ya. Ji Lagaşê tê naskirin. (Gotarê bixwîne...)
- Image 7
Şehzade Mistefa (bi Zimanê osmanî : ﺷﻬﺰﺍﺩﻩ ﻣﺼﻄﻔﻰ), (jdb. 1515, Manîsa - m. 1553, Qonye) şehzadeyekî Împeratoriya Osmanî bû. Kurê Siltan Silêmanê Qanûnî û Mahîdewran Siltan e.
Şaredariyên Saruhan, Amasya û Qonye kiriye. Hatî sûckirin ji îsyankirina bavî xwe; Di dema artêşa osmaniyan a ku diçû sefera Naxçiwanê li Qonye vêzdikir li otaxa padîşêh hate fetisandin. Qetla xwe ji sûca îsyankirina dûgelê ye; lakîn gotûbêj hene di mijara delîl û şahîdan. Hinik dîroknas îdîa dikin ku Xurrem Siltan ji bo kurekî xwe derkevê têxt pusu kiriye Şehzade Mustafa û mirina wî amade kirî ye. Hinik dîroknas îna dikin ku Şehzade Mustafa bêsûc e. (Gotarê bixwîne...) - Image 8
Hamûrabî (jdb. BZ 1792 - m. BZ 1750) keyê Babîlî yê şeşem bû. Hamûrabî di dema xwe de. Akadî û Sumerî jî, kirine bin serweriya xwe de. Hamûrabî ji Başûrê Kurdistana îroyîn, ji herêmên Kurdistanê ên weke Kerkûkê û heta ku digihijê Mûsilê û ji wanderan jî heta ku digihijê ber Firatê, dike bin desthilatdariya xwe de. Hamûrabî, ji sala berî zayînê 1792an heta 1770î rêveberiyeke xurt li herêmê ava dike.[çavkanî hewce ye] Piştre wî herêma Amîdê ku îro jî navê wê Amed e, dike bin destê xwe de. Hamûrabî, ji Gutiyan jî, fêrî pirr tiştan dibe û piştgiriyê ji wan distîne.[çavkanî hewce ye]
Hamûrabî di dema xwe de desthilatdariya ku ava kir, gihand asta împeratoriyekê. Di dewleteka îro ya hemdem de çi sazî hebûn, (weke saziyên ewlakariyê û rêveberêyê û hwd) ava kirin. Her aqilmendekî berdestê xwe bi wasif kir û di bin wasiftiya xwe de bi cih kir. Hamûrabî, çend ku di dema me de, weke keyekî ku koledarî bizagon jî kir tê nasîn jî, divê ku mirov bibêje ku wî, di bin desthilatdariya xwe de ku gelek xanadan hebûn, wî kir ku konfederasyoneke wan ava bike.[çavkanî hewce ye] Sumerî û Akadî di dema wî de di bin desthilatdariya wî de bi xanedanî jiyan. Di serî de Hamûrabî, li hemû xwedayên Sumerî û Akadî xwedî derket û xwe "weke peyamnêr ku ji aliyê wan ve hatî hilbihartin û hatî şandin," da nasîn û herê kirin.[çavkanî hewce ye] Piştre zagonên xwe dane nivîsandin. Ew zagonên wî îroj bi navê Zagonên Hamûrabî tên zanîn û nasîn. Ew zagonên Hamûrabî bi gotina wî hatine nivîsandin û ji 282 xalan pêk tên û li ser 12 tabletan hatine nivîsandin. Ew bi zimanê akadî ku li Babîlê ji aliyê her kesê xwendavan ve dikarîbûn werin xwendin ve hatine nivîsandin. Hamûrabî, xwe weke peyamnêrê xwedayê Sumer û Akadiyan Marduk dan nîşandan û xwest ku bi wê xwe bide herê kirin.[çavkanî hewce ye] (Gotarê bixwîne...) - Image 9Ariyaramna (farsiya kevn:Ariyāramna, yewnanî:Ἀριαράμνης ) kurê Çîspîş û kalikê Daryûsê Mezin e. Di serdema împeratoriya Medî de weke satrapekî girêdayî medan bû. Wî satrapiya Persiya birêve dibir.
Navê wî tê wateya; aramî anî aryanan e.
Navê Ariyaramna di nivîskên Bêstûnê de derbas dibe. (Gotarê bixwîne...) - Image 10Serbistan û Montenegro li dûv Yûgoslaviya 1992ê hilweşîye bû hat saz kirin. Dûv gelan a Montenegro dengdan a 21 gûlanê 2006ê de, ji bo serxebûn a Montenegro, serxebûn xwest. Parlamena Montenegro di 3. Hezîranî 2006ê de serxebûn a Montenegro li Podgorika danezanîn û Montenegro û Serbistanê li hev veqetîyen. (Gotarê bixwîne...)
- Image 11
Şah Îsmaîl, damezrîner û padîşahê Xanedana Sefewîyan e ku bi eslê xwe kurd e. Şah Îsmaîl wekê hikûmdarê Xanedana Sefewî ya Îranê ji sala 1501ê heta sala 1524an wekî Şahê Padîşahan (Şahanşah) hikûm kiriye.
Desthilatdariya Şah Îsmaîl di dîroka Îranê de yek ji girîngtirîn desthilatdariyên Îranê bû ku berê hatina wî yê Îranê, Îran ji sala 1501an ve bi giştî 800 sal ji aliyê Ereban ve hatibû dagirkirin. Di vê serdema dagirkirinan de Îran ji aliyê çend xelîfeyên ereb, siltanên tirk û xanên mongolan ve hatibû birevebirin. Tevî ku di nava vê serdemê de gelek xanedanên îranî bûne desthilatdar lê tenê di bin destê Bûyiyan de beşeke berfireh a Îranê bi rêkûpêk vedigere ser desthilatdariya Îraniyan (945-1055). (Gotarê bixwîne...) - Image 12Geliyê Zîlan geliyekî ku dikeve bakurê deşta Erdîşê ber bi çiyayên Eledaxê ve. Li derûdora 15-20 km dûrî bajarê Erdîşê, di navbera Erdîş û Giyadînê de ye. Li parêzgeha Wanê ye.
Di meha tîrmeha 1930î de leşkerê tirk ketiye ser gundên Zîlan û komkujiyeke mezin çêbûye. Ji vê bûyerê re dibêjin Komkujiya Geliyê Zîlan. Li gorî rojnameya tirkî ya Cumhuriyet a roja 16ê tîrmeha 1930î, li Geliyê Zîlan 15.000 kes hatin kuştin . Lê belê li gorî nivîskarê kurd Hesen Hişyar miriyên komkujiyê digihêje 47.000 kesan. Dibêje, ji nav eşîrên Ademan, Sipkî, Zîlan û Hesenan, ji 180 gundî, 47.000 jin, zarok, kal û pîr hatine berhevkirin, birin li çemê Zîlan, newala Dêrê, û tevde dane ber tiving û mîtralyozan bi ser hev kuştin û esker li nav laşan digeriyan ên birîndar jî singû dikirin. (Gotarê bixwîne...) - Image 13
Araxa navê serhildêrekî ermenî ye ku di dema Daryûsê Mezin de li Babîlê serî hildabû. Di nivîskên Bêstûnê de tê gotin ku navê bavê wî Haldîta bû. Daryûs artêşekê di bin serweriya Vîdafarnayî de dişîne ser hêzên Arxayî. Serhildana wî têk diçe û ew tê kuştin. Arxa herwiha weke Nebukadnezar IV jî tê zanîn. (Gotarê bixwîne...) - Image 14Kleopatra VII (bi yewnaniya kevn: Κλεοπάτρα, lat. Kleopátra, bi latînî: Cleopatra, z. li dora 69 berî zayînê - m. 10ê tebaxê 30 berî zayînê li Îskenderiye, Misir) keybanûya dawîn serdema helenîstîk a Misira Antîk e. Keça key Ptolemaîos XII Neos Dionusos ("Ptolemaîos Auletes") e. Bavê wê, wê bi birayê wê re zewicandiye. Wê demê zawaca navmalbatî ji rêzê bû. Ji bo keybanûtiyê perwerdeyeke baş dîtiye. Ji muzîk û estetîkê pir hezdikirîbûye. Kleopatrayê zimanên misrî (kiptîkî), îsraîlî, erebî, sûrîkî, etiyopyayî, farisî û kurdî (Medî) dizanîbûye[çavkanî hewce ye].
Malbata bavê wê helenî bûn. Helenî li Misirê hindikayî bûn. Ji bo ku bi gelên herêmê re têkiliyek baş dayne, xwe dide ser fêrbûna dînê Misirê. Ji ber vê helwesta wê ji aliyê birayê wê ve ji welêt tê derkirin. Kleopatra diçe palasa Romayê û li vegera bi siyasetmedar Romayê navdar Iulius Caesar (Sezar) ve jiyana xwe dike yek. (Gotarê bixwîne...) - Image 15
Ea an jî Enkî yezdanekî sumerî ye ku wekê yezdanê, jîrîtî û avê tê naskirin. Di dema Babiliyan de jî, bi navê xwe yê "Ea" tê ziman. Perestgeha Enkî ya sereke li Erîdû bû. Enkî, kurê Anu ye. Anu, wek tê zanîn bi navê "An" jî bû. An, bavê Enlîl e jî. Enkî, weke yezdanê av û jîrîtiyê ye, lê piştre, hêza çêkirinê jî dike destê xwe de û bereketê jî bide. Şînkirin û zêdebûna sewalan jî, ji wî hatiye zanîn. Bi wê yekê re, hêza wî mezin dibe. Bi taybetî, li ber Dicleyê dijî. Lê bandora wî li ber Firatê jî heye. Du tiştên ku weke sembol bi wî re û bi navê wî re tên ziman, bizin û masî e. Enkî, bi mezinatiya xwe re di dema sumeriyan de, bi Nînhursag re tê zanîn. Lê piştre û heta ku tê dema babiliyan jî, di demên piştre de bi Nînmah re tê zanîn.
Perestgeha wî li Erîdû ye. Ji wir, navê wî belav dibe. Enkî, weke parêzvanê hemû hêzên gerdûnî, ku bi navê "me" jî tên ziman, diparêze. Ewlekariya wan dike.Tenê ew karê wan bikar bîne. (Gotarê bixwîne...)
Wêneyên bijartî
- Dîmenekê çandinî ya xelkê Misirê.
- Image 2Şerê cîhanî yê yekem
- Image 3Wênenîgariyeke Pirtûkxaneya Îskenderiyê
- Image 4Îhsan Nûrî Paşa û jina wî Yaşar Xanim
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1913 – Dewleta Arnawûdiyê hate damezirandin.
- 1967 – Li herêma rojhilatê Nîjeryayê serxwebûna Biyafrayê hate îlankirin.
- 1972 – Li dewleta Bûrûndiyê di navbêra qabîlayan de pevçûn derket. Ev pevçûnên han bi mirina 300 hezar kesî bi encam bû.
- 1975 – Li Tirkiyeyê Partiya Sosyalîst hate damezirandin.
- 1982 – Spanya bû 18emîn endamê NATOyê.
- 1990 – Li Perûyê erdhejek bi pîvana 6,4 qewimî, di encamê de 135 kes mirin.
- 1992 – Rojnameya Özgür Gündem dest bi weşanê kir û di 2 sibata sala 1995an de jî hate girtin.
- 1994 – Rêvebirê DEPê yê Manîsayê Sidiq Yaslan bi awayekî mirî hate dîtin.
- 1998 – Ciwanê kurd Hasan Akdag, bi armanca ku bigihêje şoreşa Kurdistanê û şerê taybetî yê di hundurê xwe de têk bibe, li Almanyayê, di zindana Lingende ku lê dima, agir berda bedena xwe. Akdag di nameya li dû xwe hiştibû de digot ku ew Şoreşa Kurdistanê weke jinayeke nû dibîne.
Jidayîkbûn
- 1908 – Hannes Alfvén, fizîknasê xwediyê Xelata Nobelê (wêne)
Mirin
- 1593 – Christopher Marlowe, şaîr, nivîskarê îngilîz
- 1778 – Voltaire, nivîskar û fîlozofê fransî
- 1960 – Borîs Pasternak, şaîr û nivîskarê rûs
- 1993 – Sun Ra, piyanîst û bestekarê amerîkî