Şah Îsmaîl
Damezrînerê xanedana Sefewî / From Wikipedia, the free encyclopedia
Şah Îsmaîl, damezrîner û padîşahê Xanedana Sefewîyan e ku bi eslê xwe kurd e.[1][2][3] Şah Îsmaîl wekê hikûmdarê Xanedana Sefewî ya Îranê ji sala 1501ê heta sala 1524an wekî Şahê Padîşahan (Şahanşah) hikûm kiriye.
Şah Îsmaîl | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 17 tîrmeh 1487 |
Mirin | 23 gulan 1524 Tewrêz Dewleta Sefewiyan |
Cihê goristanê | Sheikh Safi al-Din Khānegāh and Shrine Ensemble |
Hevwelatî | Dewleta Sefewiyan |
Pîşe | |
Xebat | |
Meqam | |
Paşê | Tahmasp I |
Hevjîn | |
Zarok |
|
Dê û bav | |
Xizm |
|
Malbat | Sefewiyan |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Desthilatdariya Şah Îsmaîl di dîroka Îranê de yek ji girîngtirîn desthilatdariyên Îranê bû ku berê hatina wî yê Îranê, Îran ji sala 1501an ve bi giştî 800 sal ji aliyê Ereban ve hatibû dagirkirin. Di vê serdema dagirkirinan de Îran ji aliyê çend xelîfeyên ereb, siltanên tirk û xanên mongolan ve hatibû birevebirin. Tevî ku di nava vê serdemê de gelek xanedanên îranî bûne desthilatdar lê tenê di bin destê Bûyiyan de beşeke berfireh a Îranê bi rêkûpêk vedigere ser desthilatdariya Îraniyan (945-1055).[4]
Xanedaniya ku ji aliyê Şah Îsmaîl ve hatiye damezrandin ku zêdetirî du sedsalan hikum bike, yek ji mezintirîn împaratoriyên Îranê bû û di dema bilindahiya xwe de di nav împaratoriyên herî bi hêz ên serdema xwe de bû ku li tevahiya Îrana îro û Rojhilata Kurdistanê Azerbaycan, Ermenistanê, piraniya Gurcistanê, Kafkasya Bakur, Iraq û Başûrê Kurdistanê, Kuweyt, Efxanistan û her weha li beşên Rojavayê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Pakistan, Ûzbêkistan û Tirkmenistanê hikûm dikir.
Şah Îsmaîl carek din dîsa li beşên mezin ên Îrana mezin nasnameya îranî ji nû ve da vejandin.[5] Mîrateya Împeratoriya Sefewî vejandina Îranê weke keleha aborî ya di navbera Rojhilat û Rojava de, avakirina dewleteke bikêr û bûrokrasî ya li ser bingeha "kontrol û hevsengiyê", nûjeniyên wê yên mîmarî û parêzvaniya hunerên bedew bû.[6]