From Wikipedia, the free encyclopedia
Serhildana Seyidan û Berazan[1] an jî Serhildana mala Bişar û mala Ûso (bi tirkî, Tutaklı Alican İsyanı an jî Şapka isyanı) yek ji serhildanên kurdan ên herêmî ye. Ev Serhildan a ku ji bo destekkirina serhilderên Agiriyê çêbûye[2], di 7e tîrmeha 1930 de dest pê dike û heta 7e çiriya pêşîn dikşîne[3].
Serê bûhara 1930 de Ferzendê Emer diçe Geliyê Berazan, herêmeke li Xinûs'ê Qereyaziya Ezirmê (Erzîrom) û Dûtaxa Agiriyê, ba Elîcanê Bişar axayê eşîra Berazan û jê dixwaze ku bila ji bo welatê xwe bixebete. Piştî du mehan Elîcan bi sî suwarên xwe ve serî hildide[4]. Li nahiya Parsînê Qereyaziye de li Qirxûnderê erişê mifreza romî dike. Di vî şerê de çar hesp, du tifing dest dixe û çar eskeran jî hêsîr digre. Piştî çend ardebê di navbera peşmergên Elîcan û mifreza romî de, Elîcan derbasê Kela Kopê cem Seyîdxanê Kerr, yek ji giregirên êla Hesenan ji koma Seyidan (Seydo) dibe. Gava kû Seyîdxan û biraye wî tevlibûnê serhildanê dibin hêjmara peşmergên kurd digîje 400 merî. Elîcan û Seyîdxan bi lehengî di navbera Bedlîs û Ezirmê de li hember romê û yek caran jî hember eşîrên kurdên elewî (Çarekan), ên ku li aliye dewleta romî kirine, qasê du mehan şer dikin. Dema ku di şerekî de Elîcanê Bişar û bi wî re gelek şervanên kurd tên kuştin, dawî li serhildanê tê. Di vî demê de eskerên romê êriş dibin li ser gundên koma Seyidan li Kela Kopê[5], Seyîdxan mecbûr dimîne ku mafûye Sûrî bike. Li ser rêya Sûrî li herêma Mêrdînê leşkerê romê jê re kemînên datînin. Seyîdxan di vê kemînê de şehîd dikeve.
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Every time you click a link to Wikipedia, Wiktionary or Wikiquote in your browser's search results, it will show the modern Wikiwand interface.
Wikiwand extension is a five stars, simple, with minimum permission required to keep your browsing private, safe and transparent.