Xwînber
lûleyên xwînê yên ku xwînê ji dil ber bi laş dikişînîn / From Wikipedia, the free encyclopedia
Xwînber an jî lûleya xwînber (bi îngilîzî: artery) corekî lûleyên xwînê ye.
Xwîna zikokeyên dil, bi sîstola dil (bi girjbûna zikokeyan) ji dil diherike nav lûleyên xwînê û belavê şaneyên laş dibe. Ev lûleyên ko xwînê ji dil dûr dixin wekî xwînber bi nav dibin. Bi gelemperî, dîwarê hemû xwînberan stûr e[1], lê ji ber pestoya xwînê, dîwarên xwînberên nêzikê dil hê pirtir stûr e[2] . Şaxwînber (aort), xwînbera pişikan û xwînberên nezikê van xwînberan, wekî xwînberên qayîşokî tê binavkirin[2]. Hê pirtir rîşalên qayişokî di nav dîwarê xwînberên qayişokî de cih digire.