Brie Larson
aktrîsa amerîkî From Wikipedia, the free encyclopedia
Remove ads
Brianne Sidonie Desaulniers yan jî Brie Larson, (1ê çiriya paşîn a 1989an; Sacramento, Kalîforniya, DYA) lîstikvan û fîlmçêkerê amerîkî ye. Di ciwaniya xwe de ji ber lîstikvaniyên xweyên piştgiriyê di komediyan de û bi rolên sereke yên dramên serbixwe û rêzên fîliman de, xelatên wekî Xelata Oscarê, Xelata Emmy ya Primetime, û Xelata Kûreya Zêrîn werdigire. Kovara Time wê di sala 2019an de, wê wek 100 kesên herî bibandor ên cîhanê diyar kiriye.
Remove ads
Jînenîgarî
Larson di 1ê Çirî ya sala 1989an de li Sacramento, Kalîforniya, ji dayik û bavê Heather (Edwards) û Sylvain Desaulniers hate dinê.[1] Dêûbavên wê pisporên kirîpraktikên homeopatîk bûn ku bi hev re venêrênvanê didan xebat û keçek wan ên din jî bi navê Milaine heye.[2] Bavê wê Fransî û Kanadayî ye. Larsondi di zaroktiya xwe de bi zimanê Fransî wekî zimanê xweyê yekem diaxivî.[3] Ew bi piranî ji malê perwerde dît û ku wê bawer dikir ku derfetên ezmûnên nûjen û razber dane wê.[4] Larson salixdana jiyana xweya destpêkê, got ku ew "rasterast bi dayika xwe re têkiliyek nêz parve dikir lê jiber gerdîşa civakî şermok bû.[5] Di mehên havînê de, wê fîlimên xwe li malê bi pismamên xwe re li qeraja malê fîlim kişand, nivîsî û derhêneriya fîlmên xwe dikir. Di şeş saliya xwe de, wê diyar kir ku dibe lîstikvan, paşê got ku "hunerên afirîner, wekî tiştek her dem bi min re he bû ".[6] Di heman salê de li San Francisco ji bo bernameyek perwerdehiyê beşdarî hilbijartinên konservatuara Consanoyayê bû. Di konservatuarê de xwendekara herî ciwan a hate hêjmartin.[7]
Di heft saliya wê de dê û bavê ji hev qetiyan Larson jiber travmaya psîkolojîk vê pêvajoyê giran derbaskir.[7] Bi bavê xwe re têkiliyek bê fonksiyon hebû; wê bi bîr xist, "Dema ku ez zarok bûm min hewl da ku wî fêhm bikim û rewşê fam bikim. Lê wî ji xwe re başiyek nedikir. Ez nafikirim ku ew bi rastî dixwest bibe bavê malbatê"[7] Piştî ji hev qetandinê, Heather Larson (dayika wê) û bi du keçên xwe re koçê Los Angelesê bûn. Derfetên wan ên darayî kêm bûn û li Burbank di xaniyek piçûk a li nêzê gelek studyoyên Hollywoodê diman.[7] Dayika Larson rewşa jiyana xwe wiha anî ziman: "Xaniyek yekode ya qeşeng hebû ku nivîn ji dîwêr derdiket û her yek ji me sê cil û bergên wê hebû." dayika wan ji bo ku jiyana wan baştir be çi ji destê wê hat jibo wan dikir.[8]
Ji ber ku bilêvkirina paşnavê wê zor bû, wê navê pileya Larson ji pîrika xweya swêdî û her weha ji xwe re dûkek Keçek amerîkî ya bi navê Kirsten Larson ku ew di zaroktiya xwe de stendibû, pejirand.[9] Karê wê yê yekem pêkanîna parodiyek bazirganî bû.[10] Wê paşê di gelek rêzefîlmên televîzyonê de bi navê rolên Touched by an Angel û Popular wek lîstikvana mêvanî rol wergirt.[11]
Remove ads
Fîlmografî
Fîlm
Televîzyon
Remove ads
Çavkanî
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Remove ads
