Klorîn

From Wikipedia, the free encyclopedia

Remove ads

Klorîn (bi inglîzî: , ji bi yewnaniya kevn: , lat. xlōrós "kesk") elementeke kîmyewî ye ku kurtebêjeya wê Cl ye. Nimroya wê ya atomî 17  e. Giraniya wê ya atomî jî 35.45 e. Ew yek ji elementên stûna 7em a tabloya periyodîk e ku wek halojeniyan jî tê nasîn. Klorîn li serzemînê weke elementekê nayê dîtin. 

Agahiyên Praktîk Ev tişt pir jehrî ye (T+) ...
Remove ads

Gewşînên wê

Gêwşînên fîzîkî

Klorîn gazeke pir zivêrker e û rengê wê jî zerê keskoyî ye. Ew wekî sodyûm hîpoklorîd xwediyê bêhneke giran e. Di heman katî de jî ew jehredar e. Ew wexta ku bê sarkirin, kare bibe şile. Ew ji hewayê girantir e.

Gewşînên kîmyewî

Klorîn têr baş reaktîf e. Ew ji brom reaktîftir û ji fluor kêm reaktîftir e. Ew bi gelek tişt re kare bikeve reaksiyonê.

Bikaranîna wê

Klorîn wek dezenfektan û gewrkera avê tê bikaranîn. Ji bilî van, ew di hilberandina gelek pêkhatiyên girîng ên wekî karbon tetraklorîd(CCl4) û kloroform(CHCl3) de tê bikaranîn. Di heman katî de jî di cengin de wek gaza jehredar dihatin bikaranîn.

Dîroka wê

Klorîn di sala 1774an de, ji aliyê Carl Wilhelm Scheele ve hatiye dîtin.[3] Belam Wilhelm ev tiştê ku dîtîbû, nizanibû ku elementeke nû ye. Paşî di sala 1810an de ji aliyê Humphry Davy ve navê Klorînê hate dayîn.

Çavkanî

Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads