Dengdar
From Wikipedia, the free encyclopedia
Remove ads
Dengdar (li gorî hin zimannasan wekî bêdeng û bêdenganî [1] jî tê naskirin), di dengnasiya bilêvkirinê da, dengekî axivtinê ye ko bi girtina tivav an nîveşkan ya riya deng a jorîn dihêt bêjkirin. Riya deng a jorîn derên jorî ya qirqirik anko hencereyê vedigirit. Bervajî dengdaran dengdêr in.
Hema bibêje di hemî zimanên cîhanê da hijmara dengdaran ji dengdêran zêdetir e. Dengên mîna Ş, Ç, R, K û P'ê di zimanê kurdî da dengdar in. Dengên mîna Î, Ê, O jî dengdêr in.
Remove ads
Dengdarên zimanê kurdî
Di zimanê kurdî de 23 dengdar hene. Dengdar bi sê awayan ji hev vediqetin: li gorî cihderka dengan (bo mînak, dengdarên lêvî, diranlêvî, diranî û hwd), li gorî awayê derketina dengan (yên girtî, yên fîzekî û hwd) û li gorî asta derketinê. Bo nîmune, dengdara b, dengdareke lêvî ya girtî ya nerm e; ya c jî dengdareke pêşesmandevî ya nîvgirtî ya bixişîn e û nerm û sist e.
Remove ads
Çavkanî
Wikiwand - on
Seamless Wikipedia browsing. On steroids.
Remove ads