Dove Cameron

aktrîs û stranbêjeke amerîkî From Wikipedia, the free encyclopedia

Dove Cameron
Remove ads

Dove Olivia Cameron (navê jidayikbûnê Chloe Celeste Hosterman jdb. 1ê çiriya pêşîn a 1996an; Seattle, Washington, DYA), lîstikvan û stranbêja amerîkî ye ku di rêzefilmê komediya Liv and Maddie ya kanala Disney de bi dualî rol lîstiye û ji bo vê rolê xelata Daytime Emmy wergirtiye.

Agahiyên Praktîk Jidayikbûn, Navê rastî ...
Remove ads

Jînenîgarî

Dove Cameron, li bajarê Seattle ê Washingtonê ji dayik bû.[1] Ew keça Philip Alan Hosterman û Bonnie Wallace e û niha dêûbavê Cameron ji hev cuda ne. Xwîşkekê wê ya mezin bi navê Claire Hosterman heye. Dive Cameron li Girava Bainbridge ya Washingtonê mezin bû.[2] Perwerdeya xwe ya serekeyî de de çû Dibistana Navîn a Sakayî.[2] Cameron, di 8 saliya xwe de li Bainbridge Performing Arts di şanoya civakê de dest bi lîstikvaniyê kiriye.[3] Dema çarde salî bû malbata wê koçî Los Angeles a Kalîforniyayê bû û li wir di Koroya Pêşbirka Şampiyoniya Neteweyî ya Dibistana Bilind a Burbankê de stranan digot.[4]

Cameron diyar kir ku ew bi eslê xwe fransî ye û dikare bi fransî biaxive.[5] Bavûkalên wê jî bi koka xwe rûsî, slovakî û mecar ne. Wê anî ziman ku ew bi tevahî ezmûna xwe ya dibistanê, ji pola pêncan dest pê dike heta di dawiya dibistana navîn de rastî zordestiyê hatiye. Her çi qasî zextên li dibistanê zêde be jî, ew li ser xeyalên xwe yên serkeftî bûnan di şahiyê de dimîne. Cameron wiha anî ziman: "Ji bo ku bibim stranbêj û lîstikvan ez gelek dilxwaz bûm. Jibo vî yekî min xwe bi temamî daberand" Bavê wê di sala 2011an de dema 15 salî bû jiyana xwe ji dest da.[6] Piştî mirina wî, navê xwe yê fermî guhert û navê xwe yê qanûnî kir Dove. Sedema guhertina navê wê, bavê Cameron bi bernavka Dove (Dove tê wateya Kevokê) gazî wê dikir.[7]

Remove ads

Kariyera wê

Cameron di sala 2007an de bi rola Young Cosette di hilberîna şanoya Les Misérables (BPA) ya li Bainbridge Performing Arts ê de lîst. Di sala 2008an de jî bi BPA re rola sereke ya Mary di The Secret Garden de bi dest xist.[8] Di sala 2012an de Cameron di rêzefilmeke komedî ya Kanala Disney yê bi navê Bits and Pieces de bi rola Alanna rol wergirt. Piştî filmê pîlot, Bits and Pieces jibo rola sereke ya Liv û Maddie navê fîlmê bi Liv and Maddie hate guhertin. Pêşandana rêzefilman di 19ê Tîrmeha 2013ê de dest pê kir û di 15ê Îlona 2013an de rêzefîlm kete vîzyonê.[9] Beşa pîlot 5,8 milyon bîner bidest xist hate ragihandin ku di nava 2,5 salan de ji rêzefilma Shake It Up'ê heta niha herî zêde hatibû temaşekirin, derbasbû.[10] Kanala Disney Liv û Maddie ji bo sezona duyemîn a 13 xelekan ku di Payîza 2014an de ji bo vîzyonê hatibû amadekirin piştre hate nûkirin ku rêzefîlm bibe 24 xelek.[11][12]

Cameron di 27ê Tebaxa 2013an de strana bi navê "On Top of the World" ya Imagine Dragons wekî singlê derxist.[13] Strana wê li ser lîsteya Billboard Kid Digital Songs heta rêza 17an de derket û sê hefte li ser lîsteyê ma. Di 15ê Cotmeha 2013an de stranekî wê ya din "Better In Stereo" di bin Walt Disney Records de wek single hate weşandin.[14] "Better In Stereo" di lîsteya Billboard Kid Digital Songs de di rêze 21an de ket lîsteyê û heta rêza 1em derket. Di Sibata 2014an de Cameron piştrastkir ku ji bo albûma xwe ya studyoya yekem dest bi tomarkirina stûdyoyê kirine.[15] Singlea wê ya din a bi navê "Count Me In", di 3ê Hezîrana 2014an de hat weşandin.[16] Stran, rêza Billboard Kids Digital Songs de derkete hejmara yekem a lîsteyê. Di sala 2015an de Cameron di yekemîn filmê xwe yê Ne-Disney bi navê Barely Lethal ku ji aliyê A24 Films ve ji aliyê şanogerî ve hat derxistin de lîska Lîz Larson lîst.[17]

Remove ads

Fîlmografî

Fîlm

Zêdetir agahî Fîlmên wê, Sal ...

Televîzyon

Zêdetir agahî Fîlmên televizyonê, Sal ...

Dîskografî

Stranên klîbê

Zêdetir agahî Sernav, Sal ...
Remove ads

Çavkanî

Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads