Ewropaya Rojava

From Wikipedia, the free encyclopedia

Ewropaya Rojava
Remove ads

Ewropaya Rojava herêmeke erdnîgarî ya Ewropayê ye ku herêmeke berfireh ê li rojavayê Ewropayê vedigire. Hinek car rêjeya herêmê li gorî şert û mercan dikare were guhertin. Têgîna "Ewropaya Rojava" li Ewropayê bi "Ewropaya Rojhilat" re derketiye holê. Têgîn di destpêkê de li cîhana kevnar a Deryaya Navîn, Împeratoriya Romayê (hem ya rojavayî û hem jî ya rojhilatî) û ji bo "xirîstiyantiya" serdema navîn hatiye bikaranîn. Di Serdema Ronakbîrî û Şoreşa Pîşesaziyê de têgînên "Ewropaya Rojhilat" û "Ewropaya Rojava" zêdetir bi awayekî birêkûpêktir hatine bikaranîn. Ciyawaziya Ewropaya Rojava herî zêde di dema Şerê Sar de diyar bûye ku Ewropa di heyama 40 salan ji aliyê Perdeya Hesinî ve di dema Şerê Sar de di navbera Bloka Rojava û Bloka Rojhilat de hatiye dabeşkirin.[1] Ev beşên dabeşkirî her yek ji aliyê pergalên siyasî û aborî yên cihêreng ve hatine diyarkirin.[2]

Thumb
Ewropaya Rojava weke ku ji aliyê Civaka National Geographic ve hatiye pênasekirin.

Tuxîbên Ewropya Rojava bi eşkirayî wan welatan vedigire ko li dema Şerê Cîhanî yê Duyem û Şerê Sar nekevtin bin destê Yekîtiya Komarên Sosyalîstî yên Şêwirdar, aboriya wan aboriyeke sermayedarane bû.

Hindek welatên pîşesaz yên ko li dema Şerê Cîhanî yê Duyem an jî li dema Şerê Sar bêalîbûna xwe parast bû ji aliyê zaravenasiyê ve nakevin nav rêza welatên Ewropaya Rojhilat, bila ji aliyê cihnasiyê (cografiyê) ve jî li rojavaya Ewropayê bin.

Welatên ko bi awayekê rastûrast bi vî zaravî pênas dibin ew welat in ko sîstema siyasî ya wan li ser bingehê lîberalîzm û aboriya sûka azad hatiye avakirn.

Remove ads

Mijarên têkildar

Çavkanî

Girêdanên derve

Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads