Keftar

From Wikipedia, the free encyclopedia

Keftar
Remove ads

Keftar, kemtiyar, eftar, heftar an jî heftiyar[1] (Hyaenidae), famîleyekî guhandarên goştxweran. Li Kurdistanê li deşt û çiyayên nizim dijîn; li çolên Erebistan, Afrîka û Asyayê jî têne dîtin. Di qulên kûr, nev keviran û bin keviran dijîn.

Agahiyên Praktîk Dabeşandina zanistî, Cinsên Keftaran ...
Remove ads

Fîziyolojiya keftaran

Tevî ku keftar ji aliyê fîziyolojiyê ve çend rûdemin ku mîna famîleya kuçikan wek gur, kûçik, rûvî, hwd., xuya dikin, lê famîleyeke serbixwe çêdikin: ji famîleya Herpestidae wek banbankeyê nêzîktir in.

Keftar xwedî lem û diranên tewr û tûj e, di şaneşîna ajalan de ku dikare goşt biçirîne. Keftar li gorî dîtina zanistan, weke Meymûnan di nev caneweran ji aliyê awayê nêçîrkirina xwe ve gelekî jîr e.

Di hinek deveran mîna Bagok û Behdînan jêra heftar an heftiyar tête gotin. Çîroka navê wî jî eve ku heft nikarin wî.

Remove ads

Keftarên Kurdistanê

Keftarê xêzxêzok (keftarê xêzokî, keftarê bi xêz) ku li Kurdistanê têta dîtin wek kûçikekî mezin e. Milên wî bilindtir in û ji ber wê yekê xwar û maro digere.

Tenê digere, rev çê nake û şevger e. Keftar pêz nakuje, kelaxxur e û gelek caran li cihên çepal xwarina xwe peyda dike. Ev keftar di 2016an li gundê Dêrika MiqûrêFarqînê hatibû dîtin.[çavkanî hewce ye]

Cureyên keftaran

  • Keftarê deqdeqî (Crocuta crocuta)
  • Keftarê qehweyî (Parahyaena brunnea)
  • Keftarê xêzxêzok (Hyaena hyaena), keraxan dixwe, carinan li cihên çepal tête dîtin.
  • Gurê erdê an aardwolf (Proteles cristatus)

Pêşangeh

Çavkanî

Girêdanên derve

Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads