Ker

From Wikipedia, the free encyclopedia

Ker
Remove ads

Ker an her (Equus asinus), binecureyekî kerê kovî ne ku yeksimdar e.

Agahiyên Praktîk Dabeşandina zanistî, Navê zanistî yê latînî ...
Remove ads

Dîrok

Li hin deverên Kurdistanê jê re çarpê jî dibêjin. Yek ji canewerên alîkarê mirovan e. Ji kerên mêr re maker an maher tê gotin. Ji pehîna kerê re zîtok tê gotin. Carinan dema mirovek jî pehîneke paşpaşokî bavêje, jê re zîtok dibêjin. Herwekî ji kerên çêlik re kurrîk tê gotin. Li hin deveran ji keran re, çarpê û guhdirêj jî dibêjin lê evana di axavtinên civakî de bo rêzgirtinê tên bikaranîn.

Cara pêşîn li Mezopotamya hatiye kedîkirin. Kerên îro pirranî ji Afrîkayê belav bûne. Cureyên kerên Asyayê jî hene lê evana bi hesp an hêştiryan ve hatine gandin.

Ker herçendî ajaleke bikêr e, ewçendî jî di çanda devkî ya kurdan de cihdigire. Yek ji elementên bingehîn ên zargotina kurdî ye. Ker di şîretkirina zarokan de sîmbola bêhiştî, derenmayînî, mafdaxwarin û kêm agahdariyê ye. Dîsa di kurdî de bi navê kerê çêr/dijûn jî tên kirin.

Remove ads

Mijarên têkildar

Çavkanî

Girêdanên derve

Loading related searches...

Wikiwand - on

Seamless Wikipedia browsing. On steroids.

Remove ads